Polisan li Mêrsînê bi ser malan de girtin 2022-03-17 13:52:05   MÊRSÎN - Polisan, li Mêrsînê bi ser malan de girtin û herî kêm 4 kes binçav kirin.    Di saetên serê sibehê de polisan, li Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinan de polisan herî kêm 4 kesan binçav kirin. Polisan kesên binçav kirin bi xwe re birin Emniyeta Bajar a Mêrsînê. Ji çar kesên ku hatine binçavkirin 2 jê rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) e û navê wan Beşîr Acar û Aykût Adiyaman in.