Banga Doza Geziyê: Berxwedan didome 2022-03-17 14:37:11 STENBOL - Piştevanên Doza Geziyê beriya dozê ku dê di 21’ê Adarê de bêlidarxistin civiyan û diyar kirin ku berxwedana Geziyê didome.    Piştevaniay Taksîmê beriya danişîna 5’emîn a Doza Geziyê dê di 21’ê Adarê de bê lidarxistin, li avahiya Şaxa Avahîsazan a Buyukkenta Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum û gelek nûnerên rêxistinên sivîl beşdarî civînê bûn. Li ser navê Piştevaniyê Serokê Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Akîf Bûrak Atlak daxuyaniyê xwend.    Atlak da zanîn ku îktidar bi destê darazê dixwae berxwedan û rewabûna Geziyê reş bike û pûç bike û got: “Di ser berxwedana Geziyê re 9 sal derbas bûn. Yên ku ruhê Geziyê ava kirin, dê neyên darizandin. Berxwedana Geziyê bi hemû zelalî, mafdariya xwe didome. Divê ne sazûmankarên ruhê Geziyê divê kujerên ciwanên hatin qetilkirin bên darizandin. Em gazî her kesî dikin ku xwedî li dîrok û doza Geziyê derkevin.”    Piştî daxuyaniyê civîn bi nîşandana sînevziyona Geziyê bi dawî bû.