Federici û Devis ji bo Aysel Tugluk banga azadiyê kirin 2022-03-17 15:30:29   ENQERE - Fîlozof Silvia Federici û nivîskar Angela Davis derheqê rewşa Aysel Tugluk de peyam parve kirin û xwestin ku Tugluk were berdan.    Fîlozof û akademîsyen Silvia Federici û nivîskara femînîst, aktîvîst û akademîsyen Angela Davis derheqê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de peyamên piştevaniyê parve kirin.    Federici û Davis, di çarçoveya kampanyaya ku bi îmzeya hezar jinan dest pê kirî û di demekî kin de li 54 welatan gihaştî 6 hezaran îmzeyan de bal kişandin ser rewşa Tugluk û wiha gotin: “Em jî piştgiriyê didin hezar+jinên ku li hemberî girtina Aysel Tugluk hêrsa xwe anîne ziman. Tekane sûcê wê ew e ku li dijî şerê bi dehan salane didome de daxwaza aştiyê dikir.”    ‘TUGLUK AZADIYÊ HEQ DIKE’   Federici, diyar kir ku jinên kurd dixwazin li ser xaka weke mirovên azad bijîn lewma tên girtin û wiha domand: “Em piştgiriyê didin jinên kurd ên di girtîgehê de. Ji ber ku Erdogan ‘pêvajoya çareseriyê’ xera kir, jinên weke Ayselê bi wêrektî li dij derketin. Em qebûl nakin ku jinên weke Ayselê di girtîgehê de bin. Aysel, bi awayeke demokratîk hatibû hilbijartin û yek ji rêberên gelê kurd e. Girtina wê, bi rastî jî tiştekî sosrete. Bi nexweşiyeke giran ketiye, rewşa wê ya girtî hîn biêştir bûye û rewşa wê ya tenduristiyê xerabtir dibe. Mîna bi dehan girtiyên din ên nexweş, em dixwazin girtiya nexweş Aysel Tugluk jî were berdan. Aysel Tugluk bo bi sedan, bi hezaran ciwanan bûye çavkaniya hêviyê. Em qebûl nakin ku bi vî awayî nêzî wê bibin. Aysel Tugluk, azadiyê heq dike.”   ŞERVANA AŞTIYÊ   Devis jî di peyama xwe de ji bo Aysel Tugluk wiha got: “Tugluk, di hedefa cezayeke zalimane û li derveyî mirovahiyê de ye. Ez piştevaniya xwe ya bi xwîşkên xwe yên li Tirkiyeyê re radigihînim ku ji bo kurdan edaletê û ji bo Tirkiyeyê jî aştiyê dixwazin lewma rastî zilmê tên. Bi sedan jin ji ber çalakiyên polîtîk tên girtin û em vê qebûl nakin. Yek ji van jî Aysel Tugluk e. Aysel, hevseroka ewil a partiya xwe, parastvana mafên mirovan û şervana aştiyê ye. Niha jî bi nexweşiyeke bêderman ketiye û neçar dikin ku li girtîgehê bimîne. Bi raporên vala di girtîgehê de tê ragirtin. Ew, parçeyeke pêla jinên kurd ên pêşeng e. Aysel Tugluk xwîşka min e û ez her tim li cem xwîşkên xwe me.”