Daxwaza keşfê ya di Doza Komkujiya Îzolê de hate redkirin 2022-03-17 16:01:38   RIHA - Di doza komkujiya ku xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol jî tevlibûn û ji heman malbatê 6 kes hatibûn kuştin de daxwaza keşfê û lêkolînkirina pispor hate redkirin.    Kurê parlamenterê AKP’ê yê berê Zulfîkar Îzol û birayên wî di 15’ê hezîrana sala 2019’an de li Taxa Çeltîk a Sêwereg a Rihayê êrişî malbatekê kir û ji heman malbatê Zozan Îzol, hevjînê wê Hakki Îzol û Meral Îzol û kurê wê Mûsa Serhat Îzol qetil kirin. Derheqê bûyerê de doz hatibû vekirin û 10’emîn danişîna dozê îro li 2’yemîn Cezayên Giran a Aksarayê berdewam kir. Ji girtiyan Serhat Ferman Îzol ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Kayseriyê û Mehmet Metîn Îzol jî Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûn. Her wiha gelek bersûc, şahid û parêzer jî tev li danişînê bûn. 9 kesên bi awayekî serbest tên darizandin jî hincet nîşan dan û nehatin danişînê. Parêzerên Serhat Ferman Îzol, Mehmet Metin Îzol û Yûsûf Rojhat Îzol li eywana dadgehê û parêzerên bersûcên din jî li ser SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn.     Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre mutalaaya dozger a di 21’ê adara 2021’an de hatiye amadekirin hat xwendin. Bersûc Serhat Ferman Îzol û Mehmet Metîn Îzol ku bi girtî tên darizandin jî parastina xwe kirin û xwestin ku werin berdan.    ‘DAXWAZA KEŞFÊ’    Piştre parêzerê Mehmet Metîn Îzol û Yûsûf Rojhat Îzol, Muhammet Guloglu diyar kir ku muwekîlên wî xwestin di êrişê de xwe biparêzin. Guloglu, destnîşan kir ku gumaneke ji bo reva Mehmet Metîn Îzol ku ji malbata wî 4 kes hatine kuştin nîne û xwest were berdan. Di berdewamê de Guloglu xwest ku bersûc jî di danişînan de amade bûn, keşf bê kirin, qeydên heyî ji pisporan re bên şandin û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    HATE TALOQKIRIN    Şandeya dadgehê piştî navberê, biryara xwe da. Şandeyê biryar da ku rewşa girtî ya Mehmet Metîn Îzol û Serhat Ferman Îzol bidome, kesên di demên berê de biryara girtinê bo hatibû dayîn bên girtin û aqûbeta muzekkereyên ji serdozgeriyên Riha, Sêwereg û Xarpêtê re hatine şandin were pirsîn. Di heman demê de dadgehê daxwaza keşfê û lêkolîna pisporan jî bi hinceta delîlên di dosyayê û asta ku dosye gihiştiyê, red kir. Şandeyê doz taloqî 1’ê hezîrana 2022’yan kir.