Li Mêrdînê agirê Newrozê geş bû 2022-03-17 19:00:56     MÊRDÎN - Li Mêrdîn û Navçeyên wê di çarçoveya amadekariyên Newrozê de li gelek deveran agirê Newrozê hat vêxistin.    Li navçeyên Mêrdînê Nisêbîn, Qoser, Stewrê, Kerboran û Dêrikê amadekariyên Newrozê bênavber didomin. Di çarçoveya amadekariyan de bi beşdarbûna komîteya amadekar û parlementerên HDP'ê welatî dawetî Newrozê hatin kirin.    KERBORAN   Li navçeya Kerboranê Newroz dê di 19'ê Kanûnê de bê pîrozkirin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay û şandeya pê re serdana navçeyê kirin. Di serdanê de belavok hatin belavkirin û gel adwetî Newrozê hat kirin. Heyet piştî navçeyê xebatên xwe li gundê Zivingê domand.   DÊRIK   Heyeta HDP'ê li gundê Endewl, Heramî û Êlaska yên navçeya Dêrikê gel vexwand Newrozê. Li gundan agirê Newrozê hat vêxistin û li dor agir govend hat gerand. Di dema pîrozbahiyê de stran hatin gotin û dirûşmeya "Bijî Newroz" hat berzkirin.    NISÊBÎN   Rêvebirên HDP'ê li navçeya Nisêbînê jî gel vexwandin Newrozê. Rêvebiran ewilî serdana gora Rahşan Demîrelê kir ku di 21'ê Adara 1992'yan de li Kadîfekaleya Îzmîrê agir berdabû bedena xwe. Piştî serdana gorê heyet li navçeyê belavok belav kirin û li dor agirê hat vêxistin govend hat gerandin.    ARTÛKLÛ   Li navçeya Artûklûyê jî li Kampusa Zanîngeha Artûklûyê Newroz hat pîrozkirin. Xwendekarên li kampusê li hev kom bûn, li ber erbaneyê stran gotin û govend gerandin. Xwendekaran ji bo Newroza Mêrdînê bang kirin.