Li Cizîrê amadekariyên Newrozê: Em ê bi reng û dengê xwe li qadê bin 2022-03-18 09:09:54 ŞIRNEX - Li Cizîrê welatiyên ku ji bo şal û şepik, kiras û fîstanan çêbikin çûn ser terziyan gotin: "Em ê bi reng û dengê xwe li qada Newrozê bin."  Newroza Cizîr a Şirnexê îsal dê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li Qada Newrozê bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiyê bênavber didomin.    Li navçeyê welatî jî haziriyên xwe dikin. Welatî ji bo şal û şepik, kiras û fîstanan çêbikin çûn ser terziyan. Terzî Ramazan Sûngûr ku kincên neteweyî yên kurdî çêdike got: "20 sal in daxwaza ji bo van kincan zêde bûye. Ji ber krîzê karê me pir sekinîbû, lê bi hatina Newrozê re kar dîsa dest pê kir. Mirov bi kelecan li benda Newrozê ne. Newroz wekî cejna kurdan e. Beriya Newrozê bi 20 rojî sîparîş tê dayîn jib o kincan. Bi piranî leşkerî û xiftan tên tercîhkirin."   ‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI ÇANDA XWE DERKEVE'   Terzî Casim Sûngûr (55) jî diyar kir ku 20 sal in kincên neteweyî çêdike û bi hatina Newrozê re daxwaza ji bo kincên neteweyî zêdetir bûye. Sûngûr got: "Newroz ji bo gelê me cejn e. Haziriyên xw ejî li gor wê dikin. Ji mêran bêtir jin van kincan didin dirûtin. Jin hîn bêtir xwedî li çanda xwe derdikevin. Kincên me çanda me ne. Divê he rkes xwedî li çanda xwe derkeve."    Sûngûr, bilêv kir ku ji ber krîza aborî her tişt biha bûye û kincên ku par bi 400 lîreyî çêdikirin niha bi 800 lîreyî çêdikin.    YEKÎTÎ   Şahîn Acay (56) ê ku yek ji welatiyên amadekariya Newrozê dike, bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo kurdan û got: “Pêwîste her kes bi coşeke mezin xwe ji bo Newrozê amade bike û biçe qadên pîrozbahiya Newrozê. Em ê şal û şepik li xwe bikin û Newrozê pîroz bikin. Divê em îsal qadên Newrozê bikin cejn. Divê her kes li ku be beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe. Em dixwazin ev Newroz bibe wesîleya avakirina yekitiya kurdan."   ‘CEJNA GELÊN BINDEST E'   Hezniye Aslan (47), diyar kir ku Newroz cejna gelên bindest e û got: "Newroz, serîhildana li dijî zilmê ye. Gava meha Adarê tê, kelecana Newrozê xwe li me digire. Me beriya Newrozê bi çend rojan kincçên xwe dirûtine. Em ê bi reng û dengê xwe dakevin qadan. Divê her kes biçe qada Newrozê. Ji lew re Newroz cejna me hemûyan e. Dixwazim ev Newroz bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê."    Nafiye Kûrtay a 50 salî jî anî ziman ku Newroz ji bo wê wekhevî û azadî ye û got: "Kelecana Newrozê kelecaneke mezin e. Divê her kes vê vê cejnê pîroz bike. Hefteyeke bi kelecan im. Hêvîdar im ev Newroz bibe Newroza aştî, azadî û wekheviyê."