‘Newroz, dê bibe gava herî xurt a Tifaqa Demokrasiyê' 2022-03-18 09:09:56 ÎZMÎR - Endamê Komîteya Amadekar a Newroza Îzmîrê Erkan Gokber, diyar kir ku eleqeyeke zêde ji bo amadekariyên Newrozê heye û got: "Newroz, dê pêngava ewil a xurt a Tifaqa Demokrasiyê be. Em bang li her kesî dikin ku xelekên koletiyê bişikînin û daxilî nav têkoşîna yekbûyî bibin."  Newroza Îzmîrê îsal dê bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" di 20'ê Adarê de saet di 13.00'an de li Qada Gundogdûyê bê pîrozkirin. Amadekariyên ji bo pîrozbahiyê bênavber didomin. Endamê Komîteya Amadekar û Berdevkê Partiya Azadiyê ya Civakî (TOP) a Îzmîrê Erkan Gokber, diyar kir ku Newroza 2022'yan ji bo Tifaqa Demokrasiyê girîng e û ji bo tevlibûnê bang kir.    ENIYA SÊYEM   Gokber, anî ziman ku li welêt gelê mehkûmî xizanî, betalî û bihabûnê hatiye kirin û rejîma koletiyê ya li çîna karkeran tê ferzkirin û asîmlasiyon û çewisandinên li gelê kurd tên ferzkirin girêdayî hev in. Gokber, bilêv kir ku bloka AKP-MHP'ê hewl dide bi faşîzmê welêt bi rê ve bibe û got: "Lê hêrs û kerba civakê ya li hemberî vê jî her diçe zêdetir dibe. Em hemû têkoşîna azadiyê ya gelê kurd a bi îstiqrar dibîninç Her wiha liv û tevgera çîna karkeran jî zêde bûye. Em wisa difikirin ku divê ev têkoşîn bên cem hev du. Di vî warî de çêkirina tifaqeke demokratîk, avakirina eniyeke sêyem pir girîng e."    Gokber, diyar kir ku êdî tifaq û feraseta heyî titekî nad emirovan û got: "Di demên dawî de bi bangawaziya HDP'ê xebatên tifaqê hene. Dê di pêvajoya Newrozê de kifş bibe ku ev tifaq tenê ne tifaqeke li ser maseyê ye. Newroz dê bibe pêngava ewil a xurt a vê tifaqê."    ELEQEYEKE ZÊDE   Gokber, destnîşan kir ku Newroz hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo têkoşîna dînamîkên civakî pir girîng e û got: "Eleqeyeke zêde a gel jib o amadekariyên Newrozê heye. Em diçin ku em dibînin newekhevîbûn û xizanî pir zêde ye. Hêrs û kerbeke mezin heye li dijî vê. Gel xwe bi tenê hîs dike. Lewma eleqeyeke wan a mezin ji bo van xebatên me heye."    TÊKOŞÎNA YEKBÛYÎ   Gokber, bilêv kir ku helwesta wan ew e ku di navbera Newroza 2022'yan û 1'ê Gulanê de pirekê ava bikin û got: "Em wisa difikirin ku divê daxwazên sereke kar, nan, aştî û azadî be. Kelemçeya li karkerên depoyê yên Mîgrosê hat xistin û a li nûnerên sisyasî yên gelê kurd tê xistin ên heman navendê ne. Lewma em di Newrozê de gelê kurd, gelê elewî û hemû gelên bindest û çîna karkeran vedixwînin ku zincîrên koletiyê bişikînin û li dor têkoşîna yekbûyî bibin xelek."    MA / Tolga Guney