‘Girtiyê nexweş Ozkan terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e’ 2022-03-18 09:52:41   ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan divê tavilê were berdan û wiha got: “Ozkan li girtîgehê terkî mirinê hatiye kirin û ev cînayet e.”      Girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan heta niha 302 caran rakirina revîra girtîgehê, 374 caran şandine nexweşxaneyê û yek ji wan girtiyan e nexweşiya wî giran e. Ji bo berdana Ozkan, Serokwekîlên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş, Sarûhan Oluç û endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê Fatma Kurtulan serî li Saziya Venihêrîna Cemaweriyê (Ombudsmanî) dabû. Lê serlêdana wan bi hinceta rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) hate redkirin.    Tevî ku temenê girtiyê nexweş Ozkan zêde ye, gelek nexweşiyên wî hene û nikare di şert û mercên girtîgehê de bimîne jî lê dîsa nayê berdan. Ji bo Ozkan nexweşxaneyan heta niha gelek caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da ye lê belê ATK’ê ev rapor red kirin û raporên “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kirin û nehişt Ozkan ji girtîgehê derkeve. Parlamenter Meral Daniş Beştaş derheqê serlêdana ji bo Venihêrîna Cemaweriyê hatiye kirin, rewşa Ozkan û girtiyên nexweş de ji ajansa me re axivî.    NIKARE BI TELEFONÊ BIAXIVE   Beştaş bi bîr xist ku Ozkan weke girtiyeke nexweş, bûye yek ji girîngtirîn rojevên Tirkiyeyê û wiha got: “Em qala girtiyeke nexweş ê ku nêzî 700 caran rakirin revîrê dikin. A rast, bi mirinê rû bi rû ye. Dibe ku di carekî de jiyana xwe ji dest bide. Pêwendiyên me her tim bi malbata wî re hene. Duh jî em bi keça wî re axivîn. Got ku êdî nikare li ser telefonê biaxive û xeber bide. 2 sal berê ez çûbûm serdana wî. Bi rastî jî pir kêm dibihîze û bi zor û zehmet diaxive. Bi kursiya biteker tînin eywana hevdîtinê.”    'TERKÎ MIRINÊ HATIYE KIRIN Û EV CÎNAYETE’   Di berdewamê de Beştaş diyar kir ku Ozkan nikare bi tena serê xwe li girtîgehê bijî û wiha domand: “Kurê wî li girtîgeheke din dima lê ji bo ku li bavê xwe binihêre anîn heman girtîgehê. Bi saya kurê xwe, xwe li ser pêyan digire. Nexwe nikare bi tena serê xwe bijî. ATK bi israr dibêje; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Bi vê yekê jî terkî mirinê dikin. Bi vê yekê re jî dibêjin; ‘dikare bimre û weke bijîşk tu berpirsyariyeke me nîne. Em ji zanistê dûr ketine, me soza xwe ya bijîşktiyê ji bîr kiriye û li gorî daxwaza desthilatiyê tevdigerin.’ Kesek nikare jiyana mirovekî ewqas bi hêsanî terkî mirinê bike. Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin û ev cînayet e.”   'GIRTÎGEH VEGUHERÎNE WARÊN MIRINÊ’   Bi domdarî Beştaş anî ziman ku divê hiqûq ji mirovahî û wijdanê dûr nekeve û wiha pê de çû: “Li her devera cîhanê ev yek bi vî rengî ye. Bi hiqûqa dijminatiyê nêzî girtiyên siyasî dibin. Bi bêwijdanî, dermirovî û derqanûnî nêzî Ozkan û gelek girtiyên din ên nexweş dibin. Bi aşkereyî mirovan terkî mirinê dikin. Dizanin ku heke ev kes neyên dermankirin û neyên berdan dê bimrin. Lê dîsa jî terkî mirinê dikin. Anku bi vekirî ber bi mirinê ve dişînin. Neberdana Mehmet Emîn Ozkan, rewşa ku Tirkiyeyê tê de ye baş vedibêje. Gelek girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Niha jî dema dizanin ku girtî dê bimre, berdidin. Û ev kes jî li malên xwe jiyana xwe ji dest didin. Tenê ji bo kesek nebêje ‘ev kes li girtîgehê mirine’ vê sepanê dikin. Girtîgeh, veguherîne warên mirinê.”    'DIKARIYA PÊŞNIYARA BERDANA OZKAN BIKIRA’    Beştaş, destnîşan kir ku Ombudsmanî ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye avakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hêla qanûnî de me tu encamek bi dest nexist. Weke rêya dawî me serî li ombudsmaniyê da. Parêzerên Ozkan cihek nema ku serî lê nedan. Gelek caran birin nexweşxaneyê. Qet nebe diviya bû ombudsmaniyê pêşniyara berdana Ozkan li ATK’ê bikira.  Lê serlêdana me red kir. Hat qebûlkirin ku Ozkan dîsa were darizandin. Şandeya dadgehê dikare biryara berdanê bide. Zêdetirî 25 sal in di girtîgehê de ye. Mirov fêm nake bê ka ev tola çi jê dihilînin. Veguheriye rewşa tolhildanê. Dewlet ne li pey tolê lê li gorî hiqûqê divê tevbigerin. Divê Ozkan di zûtirin dem de were berdan.”   ‘BERPIRSYARÎ DI STÛYÊ DEWLETÊ DE YE’   Parlamenter Meral Daniş Beştaş axaftina xwe wiha qedand: “Heke tiştek bi serê Ozkan bê, berpirsyariya wê di stûyê hemû rayedar û saziyên têkildar de ye. ATK li gorî daxwaza siyasiyan biryaran dide. Desthilatdarî ATK’ê weke çekekî bi kar tîne. Tiştek bi serê Ozkan were berpirsyariya wê di stûyê ATK, Wezareta Edaletê û dadgehan de ye. Bi kurt û kurmancî berpirsyar dewlete.”