Wê gelê Botanê bi rengên xwe bi herike qadên Newrozê 2022-03-18 10:41:08   ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş ê ji bo Newroza ku dê sibê li Şirnexê were pîrozkirin banga tevlibûnê kir wiha got: “Divê gelê Botanê bi rengên xwe bi coşa xwe biherike qadan.” Jinên ku xebatên Newrozê dimeşînin jî wiha gotin: “Em bang li jinan dikin ku bi coşa 8’ê Adarê werin qada Newrozê.”   Amadekariyên Newroza ku wê îsal bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” di 19’ê Adarê de li Şirnexê were pîrozkirin berdewam dikin. Newroz wê li xaçerêya Sîteya Senayiyê ya Şirnexê were pîroz kirin. Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran û hunermend Hîvron, Şiyar Berwarî û Kadîr Çat wê tevlî Newrozê bibin.    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş ê ji bo pîrozgahiyên Newrozê bang kir, destnîşan kir ku Newroz tê wateya nûjîn, berxwedan û têkoşînê. Ozguneş, bi bîr xist ku gelê Botanê di salên 90’an de di pîrozbahiyên Newrozê de ji bo hebûn û nasnameya xwe bedelên giran dan û wiha got: “Li dijî polîtîkayên zilm û zordariyê gelê Şirnexê bi paş ve gav neavêt. Ji ber vê yekê wateya Newrozê hem ji bo gelê kurd hem jî ji bo gelê Botanê mezin e. Wê di Newroza îsal de li dijî tecrîda Îmraliyê û li hemû girtîgehan û ji bo azadiya girtiyan were qîrkirin.” Ozguneş, bang kir ku gelê Şirnexê bi reng û cil û bergên xwe û bi coşê tevli Newrozê bibin.   JI 8’Ê ADARÊ BER BI NEWROZÊ VE   Hevseroka Navçeya Navendî ya Şirnexê ya HDP’ê Zeynep Salgucak a di Komîteya Amadekar a Newroza Şirnexê de cih digire jî diyar kir ku amadekarî didomin û wê bi coşeke mezin Newrozê pîroz bikin. Salgucak a bang li jinên Şirnexî kir wiha got: “Divê jin bi reng û coşa xwe biherikin qadên Newrozê. Em ê bi coşa 8’ê Adarê li qadan bin. Wê jinên Şirnexî agirê Newrozê bilind bikin.”   BANG LI CIWANAN KIR   Endama Meclîsa Giştî ya Şirnexê ya HDP’î Taybet Bîlge ya Şirnexê kolan bi kolan tax bi tax xebatên Newrozê dimeşîne jî bi lêv kir ku wê ciwan bi daxwaza aştî û azadiyê derkevin qadan. Gurbet Aslan a di nav xebatên Newrozê de cih digire jî bang li ciwanan kir ku li dora govenda Newrozê werin gelhev. Aslan, destnîşan kir ku wê Newroz li dijî zext û zilma li ser gelê kurd bibe bersivek.