‘Em ê di Newrozê de bersiva hişmendiya înkar û îmhayê bidin’ 2022-03-18 11:49:32   WAN - Welatiyên Wanî diyar kirin ku Newroz ji bo gelê Kurd roja serhildanê ye û bi lêv kirin ku wê di qada Newrozê de li dijî hişmendiya ku gelê kurd înkar û îmha dike  bibin bersiv.   Amadekariyên Newroza 2022’yan ku wê îsal li 72 navêndên cuda bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” were pîrozkirin didomin. Newroza Wanê ya her sal bi sed hezaran kes tevlî dibin wê îsal jî di 20’ê Adarê de li ber Keleha Wanê were pîrozkirin. Welatiyên Wanî ku me mikrofon dirêjî wan kir, bal kişandin ser girîngiya Newroza îsal û banga tevlîbûnê li herkesê kir.    DAXWAZA EDALETÊ    Ji welatiyan Bûrhan Eldek, bi lêv kir ku çalakiya herî xweş a ji bo aştî û biratiyê Newroz e û wiha got: “Desthilat ji bo wate û girîngiya Newrozê tune hesibîne tişta ji destê wê hat kir û didomîne jî. Divê herkes beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bibe û daxwaza xwe ya edaletê qîr bike.”   YEKITIYA GELÊ KURD   Welatî Sedat Tarçin jî diyar kir ku Newroz di dîroka gelê kurd de gelek girîng e û wiha axivî: “Ez dixwazim gelê kurd di vê Newrozê de bibe yek. Em jî ji bo di Newrozê de yekitî ava bibe tişta ji destê me bê em ê bikin. Ji bo ku em bi hev re li ser axa xwe bi awayekî azad bijîn gelê me vedixwînin qadên Newrozê.”   ‘EM LI QADÊN NEWROZÊ WERIN GELHEV’   Faysel Genç jî bi lêv kir ku Newroz ji bo pêşeroj û yekitiya gelê kurd girîng e û wiha got: “Em çiqas girîngî û wate bidin Newrozê wê daxwaza azadiyê ya gelê kurd jî ew qas zû pêk were. Divê kurd êdî bibin yek û bi awayekî azad bijîn. Ji ber wê divê li qadên Newrozê werin gelhev.”   ‘KESÊN ZILMÊ DIKIN WÊ BI NEWROZÊ HERIN’   Mehmet Aldemî jî wê di qada Newrozê de li dijî hişmendiya ku gelê kurd înkar û îmha dike  bibin bersiv û got: “Newroz roja gelê kurd a serhildanê ye. Hişmendiya zilmê li gelê kurd dike wê bi Newrozê biçe. Divê gelê kurd demildest azadî û yekitiya xwe ya neteweyî pêk bînin. Daxwaza me ev e. Divê gelê kurd li dijî zilmê li qadên Newrozê be.”   ‘TÊKOŞÎNA ME WÊ BIDOME’   Ahmet Ûgûr jî bi lêv kir ku wê gelê kurd di Newrozê de ji hêzên dagirker ên zilmê li gelê kurd dikin re bersiveke baş bidin û wiha axivî: “Wê gelê Wanê di vê Newrozê de bersiveke baş bide dagirkeran. Kesên dixwazin kurdan qetil bikin û ji holê rakin wê di vê Newrozê de bersiva xwe bigirin. Gelê kurd ji bo daxwaza xwe ya azadiyê ji kesê natirse. Heta ku kesên axa me dagirkirine û zilme li me dikin ji axa me dernekevin wê têkoşîna me bidome.”   ‘BI BÊTEBATÎ LI BENDA WÊ ROJÊ NE’   Tûgay Sûlcan ê herkes vexwend Newrozê jî bi lêv kir ku bi bêtebatî li benda roja Newrozê ne û wiha got: “Em ê cil û bergên xwe yên herêmî li xwe bikin û biçin. Newroz di dîroka me de rojeke girîng e. Dixwazin milyoneke mirovan îsal beşdarî Newrozê bibin. Newroz rojeke ku gelê kurd tê gelhev û bi awayekî hevpar azadiyê daxwaz dikine. Divê herkes bi vê zanebûnê beşdarî Newrozê bibe.”   MA / Hakan Yalçin