Di doza DÎAYDER’ê de şahid hatin guhdarkirin: ÎBB’ê alîkariya bi hezaran komeleyan kiriye 2022-03-18 15:47:44   STENBOL - Xebatkara ÎBB’ê Nilufer Taşkin a ku di Doza DÎAYDER’ê de wek şahid hat guhdarkirin diyar kir ku şaredarî ji hezaran îbadetxane û komeleyên ji baweriyên cuda re alîkarî kiriye. Di danişînê de 2 mele hatin berdan.    Danişîna duyemîn a doza meleyên endamên Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Meleyan (DÎAYDER) ên bi îdiayên  wek “endamtiya rêxistinê” û “alîkariya rêxistinê kirine” tên darizandin li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayana Stenbolê hat lidarxistin. Serokê DÎAYDER’ê mele Ekrem Baran, endamên komeleyê yên girtî Hafît Tunç, Mehmet Emîn Aslan, Aydin Ayhan, Alî Fuat Hatîp û Mehmet Înan ku li Girtîgeha Sîlîvriyê girtî ne bi riya SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Meleyên negirtî tên darizandin bi tevî malbatên xwe û Parlamentera HDP’a Stenbolê Huda Kaya û Parlamenterê CHP’a Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî li eywana danişînê amade bûn.    Piştî tespîta nasnameyan danişînê dest pê kir. Meleyên negirtî tên darizandin û parêzerên wan xwestin sepana şertê kontrola edlî ya mîna hepsa malê bê rakirin û xwestin meleyên parastina xwe kirine ji danişînan bên rizgarkirin.    XEBATKARÊN ÎBB’Ê WEK ŞAHID HATIN GUHDARÎKIRIN    Piştî daxwaza parêzeran xebatkara Şaredarya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Nilufer Taşkin di danişînê de wek şahid hat guhdarkirin. Taşkin da zanîn ku ew di Serokatiya Daîreyên Hebûnên Çandî de wezîfedar e Taşkin diyar kir ku şaredarî ji bo hezaran îbadetxane û komeleyên ji baweriyên cuda re alîkarî kiriye û got: “Daîreya parastina çandê ji bo çandan zindî bihêle, dixebite. Wezîfeya min jî ew e ku daxwazên ji îbadetxaneyan tên çareserî jê re were hilberandin. Em di warê paqijî, xwedîkirina îbadetxaneyan de dibin alîkar. Di vê pandemiyê de jî berpirsiyarek extra derket. Bi taybetî daxwaza alîkarîkirinê tê. Bi qasî kut ê bîra min daxwaza alîkariya civakî hatiye kirin. Min jî vê daxwazê ji beşa xizmetên civakî re ragihand. Me tenê alîkarî nedaye DÎAYDER’ê me alîkariya bi dehan îbadetxane û komeleyên baweriyên cuda kiriye.”     Şahidê duyemîn Yavuz Saltik ê li beşa xizmetên civakî ya ÎBB’ê dixebite hat guhdarîkirin û wî jî îdiayan red kir û ew DÎAYDER’ê jî nas nake.    DOZGER GILIYÊ ŞAHID KIR    Dozger xwest girtina 6 meleyan bidome û şertê kontrola wan edlî jî berdewam bike. Her wiha dozger xwest bi hêceta ku Nilufer Taşkin, Serokê Komeleyê Ekrem Baran araste kiriye derbarê wê de gilî bê kirin.    XWEST BÊN BERDAN   Pişt re Alî Fuat Hatîp axivî û parastina xwe kir. Mele Ekrem Baran jî diyar kir ku ew hemû mele extiyar in û nexweş in û şertên girtîgehê ne li gorî seheta wan e. Baran xwest ew û girtiyên ku ji dozê tên darizandin bên berdan. Hafît Tunç jî got ew endamê HDP’ê, xebatên wî kiriye hemû qanûnî ne û xwest were berdan.    Parêzeran jî parastina miwekîlên xwe kirin û daxwaz kirin ku miwekîlên wan bên berdan.    DÊ LI ŞAHIDÊN NEPEN BÊ GUHDARÎKIRIN    Piştî navbera hat dayîn dadgehê biryara xwe eşkere kir. Dadgehê xwest şahidên nepen ên bi navê “X-Tanık”, “Kartal” û “Padişah Farkli” ku li ser meleyan îfade dane, bên guhdarîkirin.    Heyeta dadgehê jî li dozgeriyê giliyê xebatkarên ÎBB’ê Nilufer Taşkin û Yavuz Saltik kir.    2 KES HATIN BERDAN    Her wiha dadgehê derbarê Aydin Ayhan û Mehmet Înan de biryara berdana bi şertê kontrola edlî da. Dadgehê derbarê Alî Fuat Hatîp, Ekrem Baran, Hafit Tunç û Mehmet Emîn Aslan de jî biryara dewama girtinê da û danişînê taloqî 13’ê gulanê kir.