Girtiyê ku îdia dikirin xwe kuştî ye: Berpirsyarê mirina min, rêveberiya girtîgehê ye 2022-03-18 16:50:48   ÎZMÎR  - Girtiyê edlî Sezer Alan ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê sibatê de bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Alan, rojek beriya mirina xwe bi malbata xwe re axivî û got ku heke bimire, ji mirina wî rêveberiya girtîgehê berpirsyar e.    Girtiyê edlî Sezer Alan ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê dihat ragirtin, di 20’ê sibatê de bi awayeke guman jiyana xwe ji dest da. Alan ku di sala 2011’an de li Îzmîrê hatibû girtin, di demên piştre ji ber sûcên cuda hatibû girtin. Ji ewil li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklar a Bucayê dihat ragirtin û piştre jî sirgûnî Menemen, Odemîş û Xarpêtê hate kirin. Herî dawî jî di tebaxa sala 2021’an de şandin Girtîgeha Tîpa S a Îdirê. Alan, di hevdîtinên bi malbata xwe re de diyar kir ku li her girtîgehê rastî zext û tundiya fîzîkî dihat. Herî dawî jî di 19’ê sibatê de bi malbata xwe re hevdîtin kir. Rojek piştî vê hevdîtinê jî hat diyarkirin ku Alan xwe kuştî ye. Lê di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îdirê de hat destnîşankirin ku Alan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest daye.      Têkildarî mirina biguman a Alan, malbata wî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê daxuyanî dan. Dayika Alan, Selma Karadere di daxuyaniyê de axivî û ev agahî dan: “Kurê min li her girtîgehê rastî zext û tundiya gardiyanan dihat. Dewlet, tundiya li girtîgehan jinedîtî ve tê. Ji kurê min re digotin psîkopat û ji girtîgehekê dişandin girtîgeheke din. Min gelek caran bo Wezareta Edaletê daxwazname şandin lê tu encam jê derneketin. Ev 7 sal bûn ku min rûyê kurê xwe nedîtibû. Kurê min digot ku her tim qedexeya hevdîtinê heye. Daxwaznameyên kurê min xwendine û zexta li ser hîn girantir kirine. Jixwe bersiv jî nedidan daxwaznameyên wî. Her cara ku telefon dikir, ji min re digot; ‘dayê heqê xwe li min helal bike. Zexta psîkolojîk li min dikin. Heke tiştek bi serê min were, heqê min bixwaze.’ Dema kurê min dihat sirgûnkirin, agahî jî nedidan me. Carnan bi mehan pê re nediaxiviyam.”    ‘KURÊ MIN KESEKÎ QELS NEBÛ’   Di berdewamê de Karadere qala axaftina dawî kir û wiha domand: “Di hevdîtina dawî de ji min re got; ‘Dayê ez ê bimrim. Heqê min bixwaze. Êdî taqeta min nemaye.’ Xwîşk û birayên wî li girtîgehê geriyan lê tevdîrek nehat girtin. Her tim heqaret li kurê min dikirin. Ez ê heta dawiyê heqê kurê xwe bipirsim. Kurê min ne kesekî ewqas zeîf bû ku xwe bikuje. Lê gelek zext li ser hatin kirin. Piştî mirinê, cenazeyê kurê min li Nexweşxaneya Dewletê ya Îdirê ma. Rewşa me ya madî baş nebû lewma me nekarî biçin cenazeyê wî bigirin. 3 roj piştre me ji dozgeriyê re faks şand û wan jî cenaze wisa şandin. Bila siyasetmedar dev rexnekirina hev berdin û li malên xizanan binihêrin bê ka çi dikeve van malan û li girtîgehan çi diqewime.”    AGAHIYAN NADIN MALBATÊ   Xwîşka Alan, Yasemîn Alan jî got ku têkildarî mirina birayê wê tu agahî ji wan re nehatine dayîn û ev tişt anî ziman: “Rapora mirin û otopsiyê nedan me. Tenê ji me re gotin; ‘poşetek xistiye stûyê xwe û mirî ye.’ Dema me sedema wê ji dozgeriyê pirsî, tu agahî nedan me. Birayê min ji xwe li nava çar dîwaran cezayê xwe dikişand. Çima gardiyan bi taybet jî wiha nêz dibûn. Em dixwazin ku otopsiya birayê min dîsa li Îzmîrê bê kirin. Lê bersiva neyînî dan. Weke malbata wî em dixwazin bizanin bê ka birayê me çima mirî ye. Guman heye ku hatibe kuştin. Heke rewş ev be, em ê gilî bikin. Heke hatibe kuştin, divê kiryar cezayê xwe bikêşin.”   ‘BERPIRSYARÊ MIRINA MIN RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ YE’    Rojek beriya mirina xwe, Sezer Alan di hevdîtina li ser telefonê de wiha gotibû: “Em mafên xwe yên ku Wezareta Edaletê ya T.C. dayîne me ji vê saziyê dixwazin lê bersivekî nadin me. Mamosteyê komê li ser min îfade da ye ku min derew kirine. Vê jî kir ku ez xwe bibirim û bikevim rojiya mirinê. Berpirsyarê vê jî midûrê 1’emîn ê saziyê ye. Ji mirina min amirê saziyê, rêveberiya girtîgehê û mamosteyê saziyê berpirsyar e. Ev, sepanên ku min ber bi xwekuştinê ve dibin têxin meriyetê. Ji roja yekşemê saet 11.00’an ve min xwest xwe bigihînim wî û min bi serkarmandê vardiyayên saziyê re hevdîtin kir. Wî jî bi vî karmendî re hevdîtin kiriye û jê re gotiye; ‘bila di nava hefteyê de daxwaznameyê binivîse û em ê hevdîtinê bikin.’ Lê min ji xwe gelek daxwazname nivîsandibûn. Lê bersiva tenê yekê jî nedan.    ‘EZ Ê XWE BIKUJIM’   Ev du roj in xwîn ji destava min tê. Êş tê de heye. Ez ê ji dest û lingan bikevim lê haya wan jê nîne. Ez ê îro xwe bikujim. Ev kes ji mirina min berpirsyar in. Dixwazim ji Wezareta Edaletê û Serdozgariya Komarê re ragihînim. Alavên min ên li vê girtîgehê û li Girtîgeha Xarpêtê hene. Wan jî bixwaze. Dayê, min nedixwest tiştekî wiha bi serê te bînim. A rast, ez mirovekî bisebrim. Lê dema carekî gotinek ji devê min derket, êdî jê venagerim. Min sond xwar. Tu serî li cihên pêwendîdar bide. Piştperdeya wê lêpirse. Xwe bigihîne cihên pêwîst. Min tu tiştekî derqanûnî nexwestiye. Min tenê mafên xwe yên qanûnî xwestin. Min nexwest tenê yek tiştekî şexsî bi dest bixim. Bi van gotinan dixwazin xwe mafdar derxînin. Heke li xala 63’yemîn a Qanûna Midûriyeta Girtîgehan a Wezareta Edaletê binêrin dê bibînin ku daxwazên min daxwazên qanûnî ne.”