Li gelek navendan banga tevlibûna pîrozbahiyên Newrozê hat kirin 2022-03-18 17:10:20 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê amadekariyên Newrozê hatin kirin û gel ji bo pîrzbahiyên Newrozê hat vexwendin.    Li bajarên bakurên Kurdistanê û Tirkiyeyê xebat û amadekariyên ji bo Newrozê berdewam dikin. D çarçoveya amadekariyên Newrozê de belavok li gel hatin belavkirin û ji bo pîrozkirinên Newrozê hatin vexwendin.    AMED    Li navçeya Rezan, rêveber û endamên HDP û DBP'ê li kolanên Sakarya, Nûkhet Coşkûn û Dortyol bi berzkirina dirûşma 'Bîjî Newroz' belavok belav kirin û gelê navçeyê vexwendin Newrozê. dema vê xebatê stranên "Zîndana Amedê em ê bîşikênin" , "Newroz e Newroz e" , "Zîmanê Kurdî" û "Yan Mirin Yan Diyarbekir" hatin gotin û govend hatin gerandin.    Li taxên Fîskaya, Ferît Koşku, Şehîtlik, Benûsen û kolana Şemsîlerê yên Yenîşehîrê jî rêveber û endamên HDP û DBP'ê belavok belav kirin û gel vxwendin Newrozê.    RIHA    Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî amadekariyên Newrozê hatin kirin. Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Wêranşarê, ji bo pîrozkirina Newrozê ku wê di 21'ê Adarê de li navçeyê pêk bînin serlêdan kiribû. Serlêdana HDP'ê hat qebûlkirin û destûr hat dayîn ku Newroz li navçeyê bê pîrozkirin. Li ser vê destûr girtinê endam û rêveberên HDP'ê yên navçeyê agirê yekemîn ê Newrozê li ber avahiya xwe vêxistin û bi awayekî girseyî Newroz pîroz kirin.  Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu jî li pîrozbahiyê amade bû gelê navçeyê vexwen pîrozbahiya ku wê di 21'ê Adarê de Qada Mazatê ya Wêranşarê bê pîrozkirin.    Endam û rêveberên HDP'ê yên navçeyê ku berdilkên li ser wan "Newroz pîroz be" nivîsandî li xwe kiribûn, piştî axaftina Surucu li dora agir govend gerandin û piştre li navenda navçeyê gel vexwendin Newrozê.     BASA    Li navçeya Basayê ji bo pîrozbahiya ku wê sibê li navçeyê pêk bê xebatên dawî hatin kirin. Rêxistina HDP’ê ya Basayê, li navçeyê û bajarokê Findikê mal bi mal û esnafan geriyan û belavok belav kirin û gel vexwendinn Newrozê. Wê pîrozbahiya Newrozê sibê saet di navera 11.00 û 16.00’an de li Qada Bazarê pêk bê. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz û Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç dê wek axaftvan tevlî pîrozbahiyê bibin. Her wiha wê Koma Awazên Botanê jî derkeve ser dikê û stranên xwe bibêje.    QILEBAN   Li navçeya Qilebanê jî wê sibê pîrozbahiya Newrozê bê kirin. Ji bo tevlibûnê xebatan îro jî berdewam kir. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, aktivîstên TJA’yê û rêveberên HDP’ê li navçeyê serdana esnafan kirin û belavok li wan belav kirin û ew vexwendin pîrozbahiya Newrozê.    Pişt re girse derbasî qada Newrozê bû. Parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş li vir bang kir û ev tişt got: “Waye Newroz hat. Newroz berxwedan û jiyana ji nû ve ye. Newroz li tevahiya gelê cîhanê pîroz be. Em bang li hemû gelê xwe dikin werin ku em sibê govenda azadiyê bigirin.”    Pişt re agir hat pêxistin û govend hat gerandin.    Wê pîrozbahiya Newrozê sibê bi tevlibûna parlementer Hasan Ozguneş, Aktîvîsta Gulistan Sonuk, Hevseroka HDP’ê ya Şirnexê Sabuha Akdag û hûnermend Bayram Çelebî û Umut Botan bê lidarxistin.    SÊRT   Li Sêrtê dê di 21’ê Adarê de pîrozbahiya Neworzê li Qada Newrozê saet di 10.00’an de bê pîrozkirin. Ji bo tevlibûna Newrozê li gund, navçe û bajêr xebatên amadekariyê berdewam dikin. Parlamenterên HDP’ê yên Sêrtê Meral Daniş Beştaş û Siddik Taş û Hevşaredara Sêrtê ya qeyûm danîne şûna wê û rêveberên HDP’ê li taxan geriyan û xelk vexwendin pîrozbahiyê.    Parlamenter û rêveberên HDP’ê li taxên Alan û Çakmakê ji aliyê xelkê ve bi kêfxweşî hatin pêşwazîkirin, pişt re li taxan agirê Newrozê hat pêxistin û govend hat gerandin.    MÊRDÎN   Xebatên Komîteya Amadekar a Newrozê ya Mêrdînê li navçeyan berdewam kirin.    KERBORAN   Ji bo xebatên Newrozê ku li Kerboranê werin bên kirin rêxistina Hevseroka HDP'ê ya Mêrdînê Perîhan Agaoglu, Hevserokê DBP’ê yê Mêrdînê Weysî Parildi, Parlementera HDP'ê Pero Dundar hatin navçeyê û bi HDP ê ya navçeyê re xebat meşandin. Heyeta HDP û BDP'ê li gundên Xelîla, Deywan û navenda navçeya Kerboranê  geriya gel vexwend Newroza ku wê sibê linavçeyê bê pîrozkirin. Li gelek deveran agir hat vêxistin û li dorê govend hat gerandin û bi diruşmeyên “Bijî Newroz” hat berzkirin.    NÊSBIBÎN   Bi beşdarbûna endam û rêveberên rêxistinên HDP’ê BDP'ê yên bajêr û navçê û TJA’yê li navenda Nisêbînê belavokên Newrozê ji bo pîrozbahiya di 21’ê Adarê de li qada Newrozê ya Nisêbînê were kirin hatin belavkirin.    QOSER   Li Qoserê jî bi beşdarbûna parlementera HDP’ê Ebrû Gunay û rêxistina navçe û ya bajêr belavokên pîrozbahiya Newroza ku di 20’ê adarê de li qada Newrozê pêk were hatin belavkirin. Bi erbane û stranên Newrozê de ji avahiya HDP’ê ya navçeyê ber bi qada Azadiyê ve meş hate lidarxistin.   BAJARÊN TIRKIYEYÊ   Edene, Mersîn, Kocaelî, Stenbol Bûrsa, Çanakkale û Tekîrdagê jî amadekariyên pîrozbahiyên Newrozê hatin kirin û gel ji bo pîrozbahiyan hatin vexwenin.