Partiyên siyasî serdana Nobeda Edaletê kirin 2022-03-18 17:42:35   ÎZMÎR / WAN – Partiyên siyasî serdana nobedên edaletê yên li Îzmîrê û Wanê kirin. Endamên ESP, SKM û SGDF'ê li Îzmîrê serdana xizmên girtiyên nexweş kirin û ji bo bidawîkirina tecrîda li Îmraliyê û girtîgehan bang kirin.    Partiyên siyasî serdana nobedên edaletê yên li Îzmîrê û Wanê kirin. Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin a li Baroya Îzmîrê di roja 26'an de didome. Li cihê nobedê dowîzên li ser "Azadî ji bo girtiyên nexweş" û "Tecrîd sûcê li hemberî mirovahiyê ye" nivîsandî hatin vekirin. Endamên Partiya Sosyalîast a Bindestan (ESP), Meclîsên Jinan Sosyalîst (SKM) û Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) serdana çalakiya Nobeda Edaletê kirin.    TECRÎD   Di serdanê de Hevserokê Giştî yê ESP'ê Şahîn Tumuklu anî ziman ku têkoşîna xizmên malbatan têkoşîna her kesî ye û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Beriya her tiştî divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin û têkoşîna ji bo azadiya girtiyan ji bo me girîng e. Di vî warî de polîtîkayeke taybet a dewletê heye. Bi vê dixwaze têkoşîna rêxistinbûyî bitepisîne. Em jî di nava vê têkoşînê de ne."    'PEYWIRA ME YE JÎ'   Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya SKM'ê Ebrû Yîgît jî destnîşan kir ku çewisandinên li ser girtiyên siyasî tenê meseleya malbatan e. Yîgît, bilêv kir ku girtî ji ber ku ji bo azadiyê têdikoşin li wir in û got: "Têkoşîna li dijî polîtîkaya çewisandin û tecrîda li ser girtiyan peywira me ye." Yîgît, diyar kir ku têkoşîna malbatan a li vira ji bo wan zemîneke girîng e ji bo têkoşîna yekbûyî."    Ji çalakgerên Nobeda Edaletê Hanim Sever jî bal kişand ser Nobeda Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê ya malbata Şenşayarê û got: "Ger ew karibin bikin em jî dikarin doza edaletê bikin. Kurê min 27 sal ing irtiye. Zarokên dayikên din jî di girtîgehê de ne. Ên hinan du zarokên wan. Em çi dibin bila biba van deran vala nahêlin. Tecrîd û çewisandin hem li derve hem jî li hundirê gelekî zêde ye. Em ê hem ji bo wan hem jî ji bo me hemûyan vê têkoşînê bidomînin. Em ê heya dawiya temenê xwe bên vira."    PEYAMA NEWROZÊ   Çalakgerê Nobeda Edaletê Medîne Kaymaz jî got: "Dixwazim Newroz bibe azadiya gelê kurd û Rêberê gelê kurd. Divê her kes ji bo azadiya Ocalan û gelê kurd tevli newrozê bibe. Îsal sala azadiyê ye. Ez Newroza her kesî pîroz dikim."    WAN    Nobeda Edaletê ya li Baroya Amedê jî di roja 93'yan de didome. Îro Aslihan Tîmûr, dayika girtî Botan Tîmûr ê di Girtîgeha Wanê ya Tîpa F'yê de û Naciye Abî, dêya girtî Sedat û Necmettîn Abî yên di Girtîgeha Wanê de Nobeda Edaletê girtin.    Endamên Înîsyatîfa Meclîsên Dayikên Aştiyê serdana xizmên girtiyan ên di nobedê de kirin û bang li Wezareta Dadê kirin ku girtî bên berdan.    Dayika Aştiyê Bahar Acar got: "Dayik bi mehan e li vira ne. Ji bo berdana zarokên xwe li vira nobedê digirin. Em jî doza edaletê dikin. Em jî ji bo piştevaniyê hatin vira. Rayedar bila peywira xwe bînin cî. Bila deriyê girtîgehan bê vekirin."