7 jin hatin girtin 2022-03-18 20:17:24     AMED – Ji 15 jinên li Amedê hatin binçavkirin û piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin 7 jê hatin girtin.    Li Amedê di 16-17'ê Adarê de di avêtina ser malan de siyasetmedar, rêvebirên rêxistinên civaka sivîl û sendîkayan jî di nav de 24 jin hatibûn binçavkirin. Ji jinên hatibûn binçavkirin 15 jê piştî îfadeya li midûriyeta polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin.    Piştî lêpirsînê Yildiz Kardaş bi fermana dozgeriyê hat berdan. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya, rêvebirên komeleyê Fatma Gultekîn û Nevîn Oyman, Hevseroka Tumbel-Senê ya Şaxa Amedê Nîhal Yanik, Sekretera Egîtm-Sen a Şaxa Jimare 1'ê Hatîce Efe û Muhîbet Ozcanli bi şertê kontrola edlî hatin berdan û Hevseroka HDP'ê ya Yenîşehîrê Remziye Sizici, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer a qeyûm tayinî şûna wê hatiye kirin, Endama Meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Emîne Kaya, Sakîne Karadenîz, Fatma Kalmaz, Jale Okkan, Esma Efeturk û Hazal Yildirim jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê hatin kirin.   Dadgeriyê Hazal Yildirimê bi şertê kontrola edlî berdan û 7 kesên din jî girt.   Li midûriyeta polîsan karê îfadegirtina 9 kesan jî didome.