ROJEVA 19'Ê ADARA 2022'YAN 2022-03-19 09:00:21 * Ciwanên li ser navê 33 rêwîyên xeyalan ên li Pirsûsê hatin qetilkirin Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê vekirin, gotin: "Dê têkoşîna ciwanan li Polenê hêşîn bibe. Em ê li vira piştevanî û têkoşînê birêxistin bikin."  * Newrozên Amedê her tim bala raya giştî ya navneteweyî û ya neteweyî kişandine û bûne cihê peyamên girîng. Me wêneyên balkêş ên 20 Newrozên Amedê berhev kirin.    * Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku karker û kedkar dê bi daxwazên xwe li Newroza Stenbolê bin û gotin: "Em bang li hemû bindestan û xizanan dikin ku ji bo azadiya zarokên xwe yên hê çênebûne dakevin qada Newrozê."    * Serokê Komîteya Amadekar a Newrozê ya Stenbolê Atîlla Ozdogan got: "Em li Qada Yenîkapiyê li benda bi milyonan kesî ne."    * Keça girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku 26 sal in bêriya bavê xwe kiriye û wiha got: “Her cara ku telefon an jî zengila derî lê dide ditirsim ku agahiyeke neyînî were. Qet nebe bila bavê min rojên xwe yên dawî bi me re derbas bike.”   * Nobeda Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 376'emîn de berdewam bike.    * Li Qoser, Şirnex, Dêrsim, Îdir, Pirsûs, Kerboran, Basa, Panos, Bismil, Dep, Şemzînanê, Mêrsîn, Gebze, navçeyên Soke, Nazîlî, Germencîk ên Aydinê dê pîrozbahiyên Newrozê bên lidarxistin. Li gelek navçe û bajarên din jî dê amadekariyên Newrozê berdewam bikin. (10.00-17.00) ZINDÎ   * Dayikên Şemiyê dê di hefteya 886'emîn de li aqûbeta windayan bipirsin. (12.00)    * Xizmên Windayan û Şaxên ÎHD'ê yên Amed, Êlihê û Îzmîrê dê li aqûbeta windayan bipirsin. (12.30)   * Şaxa OHD'a Stenbolê dê Kongreya xwe ya Asayî ya 2'yemîn li Navenda Çandê ya Baroya Stenbolê li dar bixe. (13.00)   * ÎHD'a Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê çalakiya "Rûniştina F" bidomîne. (13.30)   * Înîsîyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî dê di hefteya 393'yemîn de li ber ÎHD'a Enqereyê çalakî li dar bixe. (13.30)   * Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan dê li Baroya Wanê berdewam bike. (14.00)