Dema ku telefon lê dide ditirse ku tiştek hatiye serê bavê wê 2022-03-19 09:06:45 AMED - Keça girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan, Selma Ozkan diyar kir ku 26 sal in bêriya bavê xwe dike û wiha got: “Her cara ku telefon an jî zengila derî lê dide ditirsim ku agahiyeke neyînî were. Qet nebe bila bavê min rojên xwe yên dawî bi me re derbas bike.” Girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Mehmet Emîn Ozkan (83) ji ber bûyerên di 22'ê cotmeha 1993'yan de li navçeya Licê ya Amedê pêk hatine girtî ye û cezayê muebedê lê hatiye birîn, di danişîna doza di 17’ê adarê de li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Edeneyê hat dîtin dîsa nehat berdan. Ozkan ê li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin, ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nekaribû bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bibe. Dadgehê bi hêceta ku Doza Licê ya li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê tê dîtin bi encam nebûye biryara berdewamkirina girtina Ozkan dabû û danişîn taloqî 30’ê Hezîranê kiribû.    Ozkan ê ku di sala 1996’an de li Mêrsînê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li ser îfadeyên 2 îtîrafkaran hatibû binçavkirin û girtin û cezayê muebedê yê girankirî lê hat birîn, nêzî 26 sal in di girtîgehê de ye.   Ozkan ê di lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, di girtîgehê de heta niha 5 caran krîza dil derbas kir. Wekî din nexweşiyên Ozkan ên guatr, rovî, dil, tansiyona zêde, di mêjî de peqik, li ser çav katarakt û aciziya alzheimer pê re heye. Ji ber temenê wî dirêj e nikare ji guatrê emeliyat bibe û hişê xwe winda kiriye û guhê wî nabihîzin. Her roja ku diçe rewşa tenduristiya Ozkan girantir dibe û lê dîsa nayê berdan. Ozkan, ji ber nexweşiyên xwe nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêk bîne. Ji ber vê yekê lawê Ozkan, Ahmet Ozkan ê di heman qawişê de dimîne lê dinêre.    Lijneya Tenduristiyê ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê di sala 2015’an de diyar kiribû ku Ozkan ji sedî 87 astengdar e û rapora ku “nikare di girtîgehê de bimîne” dabû Ozkan. Ozkan tevî vê raporê jî nehatibû berdan. Ozkan pişt re gelek caran sewqî Saziya Tiba Edlî (ATK) hat kirin lê encam nehat guhertin. ATK’ê her carê rapora ku Ozkan “dikare di girtîgehê de bimîne” da.    NIKARE BI ZAROKÊN XWE RE BIAXIVE   Keça Ozkan, Selma Ozkan têkildarî rewşa tenduristiya bavê xwe ku herî dawî roja Duşemê di hevdîtina vekirî de dîtibû axivî. Ozkan, da zanîn ku bavê wê bi kursiya biteker anîn hevdîtinê û wiha got: “Bavê min hişê xwe winda kiriye. Rojê 5-6 dermanên cuda bikartîne. Her roj dibin nexweşxaneyê. Ne me dibihîze ne jî dikare bi me re biaxive. Dema em dixwazin tiştekî jê re bêjin ewilî ji kekê min re radigihînin. Ew ji guhê bavê min re dibêje pişt re dikare bersivê bide. Nikare pêdiviyên xwe yên bingehîn jî pêk bîne. Kekê min hemû pêdiviyên wî pêk tîne.”   ‘HEVDÎTIN KI HUCREYAN DE TÊN KIRIN’   Ozkan, diyar kir ku beriya niha hevdîtinên vekirî li eywanên mezin dihatin kirin lê niha li odeyên weke hucreyan tên kirin û wiha berdewam kir: “Li cihê hevdîtinê ji bo her girtî maseyeke cuda heye û li ser serê wan gardiyan disekinin. Nahêlin ku em rex bavê min bisekinin an jî hembêz bikin. Ev hevdîtin her çiqas weke hevdîtina vekirî were binavkirin jî mirov dikare weke “hevdîtina di hucreyê de” penase bike. Berê hevdîtin 45 deqîqe bûn niha daxistine nîv saetê. Ji xwe em tiştekî ji hevdîtinên tên kirin jî fêm nakin, weke xewnê derbas dibin.”   ‘TEVÎ JI SER HIŞÊ XWE ÇÛBÛ JÎ KELEMÇE KIRIBÛN’   Ozkan, bi bîr xist ku bavê wê ji bo ji ATK’ê raporê bigire gelek caran ew birine Stenbolê lê tu encam negirtin û dema cara dawî ew birin bi vîrûsa koronayê ket. Ozkan, bi lêv kir ku mehekê testa wî ya koronayê pozîtîf derket û ew pêvajoya nexweşxaneyê wiha vegot: “Ji ber rewşa wî ya giran bû bi awayekî kelemçekirî sewqî nexweşxaneyê kirin. Ev jî tere nekir tevî ku li nexweşxaneyê ji ser hişê xwe çûbû jî destên wî bi cihê wî ve kelemçe kiribûn. Bavê min 7 rojan nehat ser hişê xwe. Dema hat ser hişê xwe jî, ji ber ku kes nebû lê binêre xwest dîsa wî bibin girtîgehê. Me xwest li nexweşxaneyê li bavê xwe binêrin lê destûr nedan. Me tenê dikarî di valahiya derî de lê binêrin. Dema min bavê xwe dît, serûm bi destê wî ve bû û bi awayekî ji ser hişê xwe çûyî destên wî kelemçekirî bûn.”    ‘DADGEHA SEMBOLÎK’   Ozkan, bi lêv kir ku tevî ku faîlên bûyerên li Licê qewimîne diyarin jî bavê nayê berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bavê min bi awayekî sembolîk tê darizandin. Her carê bi hêceta an tercuman nîne an jî pandemî heye bi SEGBÎSÊ derdixînin dadgehê. Bêyî ku tiştekî bipirsin bi paş ve dişînin. Ji ber ku dizanin bavê min were berdan wê di bûyera Licê de dewlet derewîn derkeve. Ji ber vê bavê min bernadin.”    SOZ NEHATIN GIRTIN   Ozkan, xwest ku bavê wê were berdan û wiha pê de çû: “ATK’ê dikarî rewşa tenduristiya bavê min ji rêveberiya girtîgehê bipirse û hînî rastiyê bibe. ATK’ê beriya niha ji bo girtî Halîl Guneş jî rapora ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ dabû. Lê Guneş di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da.” Ozkan, bi bîr xist ku “di pêvajoya çareseriyê de” ji bo girtiyên nexweş bên berdan çûbûn Enqereyê û wiha domand: “Têkildarî ku wê girtiyên nexweş bên berdan soz dan me. Lê sozên hatin dayîn tenê di gotinê de man. Li Tirkiyeyê edalet nîne. Heke edalet hebûya wê girtiyên ku 30 sal in di girtîgehan de ne û cezayên wan xelasbûye bên berdan. Wê girtiyên nexweş hatibûna berdan. Diz û hemû girtiyên adlî tên berdan lê dema mijar dibe girtiyên siyasî nayên berdan.”    ‘HER ROJ DIMIRIM’   Ozkan, anî ziman ku êdî naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heke birayê min li cem wî nebûya, niha di zû de jiyana xwe ji dest dabû. Ez 26 sal in beriya bavê xwe dikim. Her cara ku telefon an jî zengila derî lê dide ditirsim ku agahiyeke neyînî were. Her roj dimirim. Qet nebe bila bavê min rojên xwe yên dawî bi me re derbas bike.”   MA / Mehmet Guleş