Ji bo bîranîna 33 rêwiyên xeyalan Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê ava kirin 2022-03-19 09:07:09 ESKÎŞEHÎR- Ciwanên li ser navê 33 rêwîyên xeyalan ên li Pirsûsê hatin qetilkirin Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê vekirin, gotin: "Dê têkoşîna ciwanan li Polenê hêşîn bibe. Em ê li vira piştevanî û têkoşînê bi rêxistin bikin."  Li Eskîşehîrê li ser navê 33 rêwiyên xeyalan ên li navçeya Pirsûs a Rihayê di êrişa DAIŞ'ê de hatin qetilkirin Mala Çandê ya Ciwanan a Polenê hat vekirin. Mala çandê di 6'ê Adarê de li ser navê Polen Unluyê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû hatiye vekirin. Di odeyeke mala çandê de wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dane hatine bicihkirin.    Sînem Çelebî, anî ziman ku pêdiviya ciwanan bi cihwarekî alternatîf hebûye û ji bo vê mala çandê ava kirine û got: "Me bawer kir ku dê ciwan bi kedeke kolektîf bên cem hev du. Em ê li vira gelek kursan bidin; kursa baxlemeyê, kursên kurdî û xweparastinê."    PIRTÛKXANEYA RÊWIYÊN XEYALAN   Çelebî, bi lêv kir ku ji bo xwendekarên lîseyê li mala çandê xwendinan bikin û xwe pêş ve bibin pirtûkxaneyek jî ava kirine û wiha got: "Me li vira ji bo jinan jî odeyek çêkir. Me xwest em li welatekî ku jin tên kuştin û tahde li wan tên kirin de jin xwe biparêzin. Ji paqijiyê bigire heya firaqşûştin em her tiştî bi hev re dikin. Me palet ji cihekî, me firçe ji cihekî peyda kirin. Li gelek odeyan pirtûkxane hene. Ew ji bajarên herêmê hatin. Me pirtûkxaneyeke bi navê 'Rêwiyên Xeyalan2 jî ava kir."    Adnan Ozcan jî got: "Hatine min a vira ez polîtîkayê, zanistê û felsefeyê hîn bibim. Ez li cihekî li dijî desthilata ku dixwaze hunerê bikuje digeriyam. Ji kişikê bigire heyta rojên sînemayê, xwendin û nîqaşên lis er fîlman em her tiştî liv ira hîn dibin. Em atolyeyên sînemayê li dar dixin. Em dixwazin li vir daxwazên ciwanan pêk bînin. Gelek mirov hene divê me xw ebigihînin wan. Em dixwazin ciwanên li Eskîşehîrê bên vira bibînin."    Muslum Koyûn jî diyar kir ku wan ji bo xwe û civakê ev der ava kiriye û got: "Armancek me heye û em ê li gor vê armancê bimeşin. Kirdeya vira gelên bindest, ciwan, jin û kedkar in."