Nûnerên sendîkayan: Ji bo azadiyê ber bi qadên Newrozê ve 2022-03-19 09:14:20 STENBOL - Nûnerên sendîkayan diyar kirin ku karker û kedkar dê bi daxwazên xwe li Newroza Stenbolê bin û gotin: "Em bang li hemû bindestan û xizanan dikin ku ji bo azadiya zarokên xwe yên hê çênebûne dakevin qada Newrozê."  Newroz îsal dê bi dirûşmeya "Dema dema serkeftinê ye" li 72 navendan bê pîrozkirin. Li Stenbolê jî dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 20'ê Adarê de li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Nûnerên sendîkayên karker û kedkaran ji bo Newroza 2022'yan bang kirin.    KEDKAR DÊ LI NEWROZÊ BIN   Berdevkê Platforma Şaxên KESK'ê yên Stenbolê Mesût Mîke, diyar kir ku beranberiyeke dîrokî ya Newrozê heye û got: "Roja rizgariyê, roja vejînê ye." Mîke, anî ziman ku dê rojev û têkoşîna kedkaran veguhêzin qada Newrozê û got: "Em dixwazin pirsgirêkên xwe yên di warê kedê de li qadên Newrozê xuyangtir bikin."    NEWROZ QADEKE GIRÎNG E    Mîke, destnîşan kir ku li gel pirsgirêkên aborî pirsgirêkên demokratîk ên kedkaran jî ketine ser hev du û got, li ber azadiya rêxistinbûyînê û azadiya sendîkabûnê astengiyên mezin hene û got: "Em ê daxwazên kedkaran li qada Newrozê bidin der û heya 1'ê Gulanê xuyangtir bikin."    Mîke, bang li hemû derdoran kir ku li qadên Newrozê bên cem hev du.    RUHÊ BERXWEDANÊ   Sekreterê Giştî yê Dev Yapi-Îşê ya girêdayî DÎSK'ê Nîhat Demîr jî anî ziman ku çîna karkeran di pêvajoyeke dijwar re derbas dibe û bal kişand ser polîtîkayên tepisandinê û xizankirinê yên desthilatê. Demîr got: "Karker li dijî van polîtîkayan li her derî li ber xwe didin. Li gelek largehan grev hene. Coşa Newrozê diafirînin. Bi vê coşê gelek destkeftî bi dest ketin."    BANGAWAZÎ   Demîr, destnîşan kir ku ew karkerên înşeatê dê bi hemû hêza xwe û helwesta xwe li qadên Newrozê bin û got: "Em bang li hemû bindestan û xiznan dikin ku ji bo azadiya zarokên xwe yên hê çênebûne dakevin qada Newrozê."