Bangawaziya ji bo Newroza Stenbolê: Em li Yenîkapiyê li benda milyonan e 2022-03-19 09:15:22   STENBOL - Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Atîlla Ozdogan got: "Em li Qada Yenîkapiyê li benda milyonan kesî ne."    Newroza Stenbolê dê bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşmeya "dema dema serkeftinê ye" li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Hevberdevkên HDK'ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên girseyî yên demokratîk û sendîkayan tevli pîrozbahiyê bibin. Her wiha hunermend Xêro Abbas, Koma Sorjiyan, Grûp Vardiya û hunermend Hûriye dê derkevin ser dikê.    Amadekariyên ji bo Newroza Stenbolê temam bûn. Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê Atîlla Ozdogan, anî ziman ku li Qada Yenîkapiyê li benda bi milyonan kesî ne.    NEWROZEKE TAYBET   Ozdogan, diyar kir ku Newroza 2022'yan ji bo wan xwedî wateyeke taybet e û ji bo vê gelek xebat kirine. Ozdogan got: "Dehaqê zalim mêjiyê ciwanên kurd dixwar. Dehaqên hevdem jî xwîna gelan vedixwin. Lewma li dijî vê ji xeynî avakirina berxwedaneke hevpar tu alternatîfek me ya din tune ye. Xebatên me jî di vî warî de bûn û hê jî didomin."    Ozdogan, anî ziman ku li 39 navçe û hemû taxên Stenbolê xebat kirine û got: "Em bi hemû pêkhateyên xwe û dostên xwe re hatin cem hev û me amadekariyeke berfireh ya Newrozê kir. Me komîteya xwe ya amadekar jî li gor wê çêkir. Em wisa difkirin ku xebatên me yên li qadê jî li gor vê bûn. Materyalên me hemû bi awayekî baş hatin peydekirin. Me belavokên xwe, afîşên xwe û pankartên xwe amade kirin. Jixwe li navçeyan û taxan Newroz hat pîrozkirin û agirê Newrozê hat vêxistin. Li dor agirê Newrozê pîrozbahiyeke bihişmet rû da û em wisa difikirin ku dê ev yek ber bi qada Newrozê ve biherike."    ‘EM LI BENDA GIRSEYEKE DI SER MILYONEKÊ RE NE'   Ozdogan, got: "Di zêdetir 300 bîlboardan de dîtbariyên me hatin welandin. Me nêzî 700 pankart daliqandin. Zêdetirî 200 hezar belavok hatin belavkirin. Bi wesayîtan anons hatin kirin. Ev wesayîtên anonsê tax û kuçe neman neketinê. Me ji bo Newroza par gotibû 'Bi milyonekê ber bi Newroza Stenbolê ve'. Em wisa difikirin ku dê îsal ji ya par zêdetir be. Ez dikarim bibêjim ku xebatên hatin kirin jî li gor vê hatin kirin. Gelê me bi kelecan û coşeke mezin li benda Newrozê ye."    BANGAWAZÎ   Ozdogan, diyar kir ku li 39 navçeyên Stenbolê wesayît jî eyar kirine ji bo gel bibin qada Newrozê û ev wesayît bê bêheq gel bibe qadê. Ozdogan, bilêv kir ku Qada Yenîkapiyê li kêleka Marmarayê ye û xetên metroyê jî di wir re derbas dibin û got: "Her wiha gava pêwendî bi navçeyan re bê dayîn kî li ku derê be em ê wan bi wesayîtên xisûsî jî bibin qadê. Dê rêvebirên me yên bajar û navçeyan, hevrêyên me, hevalên di komîteya amadekar de hemû di xizmeta gel de bin. Bes bila telefon bikin û ji me re bibêjin 'em li vira ne.' Em bi germahiya Newrozê û rihê berxwedanê yê Kawayê Hesinkar saet di 11.0'an de li Qada Yenîkapiyê li benda gelê xwe ne."    MA / Ferhat Çelîk