Turkdogan: Li gorî hiqûqê divê Ozkan were berdan 2022-03-19 10:34:11 ENQERE - Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan diyar kir ku girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan ne tenê ji ber nexweşiya xwe lê ji ber rewşa hiqûqî jî diviya heta niha bihata berdan û wiha got: “Kesek ji ber sûcên girêdayî TMK’ê herî zêde dikare 7 salan were darizandin lê Ozkan ev 8 sal in tê darizandin.”    Bi sedema bûyerên di 2’yê cotmeha sala 1993’yan ên li Licê ya Amedê, li Mehmet Emîn Ozkan cezayê muebbetê hatibû birîn. Ozkan, heta niha 302 caran rakirina revîra girtîgehê û 374 caran jî sewqî nexweşxaneyê hatiye kirin. Ozkan, girtiyeke nexweş e û saziyên pêwendîdar nahêlin ku were berdan.    Saziya Tipa Edlî (ATK) ji bo Ozkan rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” amade kiribû û Saziya Venihêrîna Cemaweriyê (Ombudsmanî) jî ji bo rewşa girtî ya Ozkan îdia kir ku “li gorî qanûnan e” û serlêdana ji bo berdana Ozkan red kir.    Dadgeha ku Ozkan lê dihat darizandin jî biryar da ku neyê berdan. Ozkan ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê tê ragirtin û doza wî li 7’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edeneyê hat dîtin. Diviyabû Ozkan bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî dozê bûbûya lê nekarî heta odeyê jî were. Tevî vê yekê jî dadgehê biryara beraetê neda.    Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî binpêkirinên hiqûqî yên di pêvajoya darizandina Ozkan û biryarên li dijî CMK’yê hatine dayîn ji ajansa me re nirxand.    ‘HEMÛ DERHIQÛQIYÊN WAN DERKETIN HOLÊ’    Turkdogan, diyar kir ku Ozkan heta niha bi sedan caran rakirina nexweşxaneyê û wiha got: “Pergala hiqûqê, sepanên tipa edlî û feraseta edaletê ya Tirkiyeyê hatiye astekî wisa ku tevek jî di şexsê Mehmet Emîn Ozkan de derdikevin holê. Ozkan, di sala 1996’an de hate girtin û Dadgeha Ewlekariyê ya Dewletê (DGM) wê demê cezayê muebbetê da. Li gorî biryarê divê di 2026’an de were berdan. Lê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) darizandinên di DGM’ê de weke bêhiqûqî nirxand û ji ber binpêkirina peymanê, Tirkiye mehkûm kir. Ji ber ku di şandeyên DGM’ê de dadgerên leşkerî hebûn. Divê hemû kesên beriya salên 2000’î di DGM’an de hatine darizandin û ceza lê hatiye birîn, dîsa werin darizandin.”    MÎNAKA ABDULLAH ALTUN   Turkdogan, biryara binpêkirinê ya derheqê Abdullah Altun de bi bîr xist. Altun, di sala 1999’an de li Amedê ji hêla DGM’ê ve cezayê muebbeta giran lê hatibû bîrîn û DMME’yê ji bo jinûvedarizandinê biryar dabû lê serlêdana wî hatibû redkirin. Li ser vê yekê jî serî li AYM’ê dabû û AYM’ê biryara binpêkirina maf dabû. Turkdogan, axaftina xwe wiha berdewam kir: “Serokê AYM’ê her tim daxuyaniyan dide û dibêje; ‘divê ji her alî ve bi biryarên AYM’ê were kirin.’ Anku heke AYM derheqê şexsekî de biryarê bide, divê ev biryar raste rast were bicihanîn. Ya din jî heke AYM’ê ji bo serlêdanekê biryara derhiqûqê dabe, divê hemû dadgeh li gorî wê biryarê tevbigerin. Xala 138’emîn a Qanûna Bingehîn vê yekê ferz dike. Di biryara 2018’an a AYM’ê de bi vekirî tê gotin ku divê jinûve were darizandin.”    ‘JI BER VALAHIYA DI CMK’Ê DE NEHAT BERDAN’   Di berdewamê de Turkdogan anî ziman ku piştî nûkirina biryara jinûvedarizandinê, di hêla teknîkî de diviyabû Ozkan bihata berdan û wiha pê de çû: “Ev qeyd ji bo Ozkan nehatiye bikaranîn lê dozgeriya Amedê di sala 2013’an de ji ber Doza Liceyê derheqê gelek leşkeran de bi sedemên cuda doz vekir. Bi vekirina dozan re parêzerên Ozkan serlêdan kirin ku cezayê li muwekîlê wan hatiye birîn, cezayekî ne di cih de ye. DGM’a Edeneyê piştî biryara derheqê Ozkan de hatibû girtin û Dadgeha Cezayên Giran jî xebatên wê berdewam dikirin. Ji ber ku derheqê bûyerên Liceyê de dozeke nû hatibû vekirin, Dadgeha Cezayên Giran daxwaza parêzeran qebûl kir û biryara jinûvedarizandinê da. Lê belê ji ber valahiyeke di CMK’ê de, biryar dan ku Ozkan neyê berdan.”    ‘EV 8 SAL IN TÊ DARIZANDIN’   Bi domdarî Turkdogan destnîşan kir ku dema daxwaza jinûvedarizandinê ya kesekî tê qebûlkirin, divê statûya wî ya hiqûqî jî biguhere û wiha derbirî: “Êdî nabe girtî. Heke hûn nekarin berdin, divê derheqê darizandinê de hûn li gorî hikmên CMK’ê tevbigerin ku ji bo sûcên girêdayî TMK’ê tê gotin ku dikare herî zêde 7 salan were darizandin. Biryara jinûvedarizandina Ozkan di sala 2014’an de hatiye dayîn û ev 8 sal ser re derbas bûn. Li gorî hiqûqê diviyabû heta niha bihata berdan. Diviyabû Obsurdmanî û Wezareta Edaletê di dema biryardayînê de pêşniyarên heyî vekolandina û pir bi rehetî belge bixwestina. Heke tiştekî wiha bikirana, dê wan jî xwe bigihanda encamekî wiha. Heta dibûya ku ji bo sepandina CMK’ê pêşniyara biryarê bikirana.”    'JI BO GIRTIYÊN HÎZBULLAHÎ BIRYARA BERDANÊ’    Turkdogan, daxuyand ku ne tenê ji ber rewşa nexweşiyê lê divê Ozkan ji ber rewşa hiqûqî jî were berdan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di vê mijarê de Ozkan tenê yek ji mînakên heyî ye. Gelek girtiyên din ên di heman rewşê de hene. Divê tevahiya van girtiyan ji nû ve werin darizandin û bên berdan. Baş e lê Tirkiyeyê çi kir? Gelemperiya bersûcên Hîzbûllahî yên di dema DGM’ê de hatine darizandin lê serî li DMME’yê nedabûn berdan. Hûn girtiyên ji doza Hîzbûllahê li gorî biryara DMME û AYM’ê piştî darizandina 7 salan ber didin lê ji bo Ozkan û gelek girtiyên din ên kurd berevajî tevdigerin. Divê Dadgeha Bilind û AYM êdî vê rastiyê bibîne. Biryarên pêşniyarê yên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya ji bo girtiyên bi muebbeta giran tên darizandin hene. Nabe ku kesek heta mirinê di girtîgehê de bimîne.”    'PÊŞNIYARA ME LI MECLISÊ HATE REDKIRIN’    Ozturk Turkdogan da zanîn ku dema li Qanûna Girtîgehan a Tirkiyeyê tê nihêrtin, berdana kesên ser emrê 60’î de hêsantir e û ev tişt anî ziman: “Tevî vê yekê jî girtiyên ku sûcên wan ber qanûna TMK’ê ya Hejmar 3713’an dikevin, nikarin ji vî mafî sûd bigirin. Divê bêyî ku li sûcên ber TMK’ê binihêrin, girtiyên nexweş û yên biemr werin berdan. Me ev nêrînên xwe weke nêrînên hiqûqî hem ji Meclisê û hem jî ji AYM’ê re şandin. Lê bi piraniya dengan hate redkirin. Qeydeyên ji bo sûcên edlî di meriyetê de dikarin bi rehetî ji bo sûcên ber TMK’ê dikevin jî bêxin meriyetê. Astengiyeke li pêşiya vê nîne.”    ‘DÊ ÇAWA LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE?’    Turkdogan got ku divê Saziya Venihêrîna Cemaweriyê ji xwe bipirse bê ka “mirovekî 83 salî çawa dikare di girtîgehê de bimîne” û ev tişt anî ziman: “Divê ji bo girtiyên temenmezin sînorekî girtinê were danîn. Me ji bo hejmara kesên bi sûcê muebbeta giran tên darizandin serî li Saziya Venihêrîna Cemaweriyê da lê bersivek nedan me. Em dibînin ku di nava van kesan de bi taybet jî girtiyên nexweş hene. Diviya bû ev rastî derxistina holê û rewşa xeternak berbiçavtir bikirana.”    RAPORÊN ATK’Ê   Têkildarî raporên ATK’ê jî Turkdogan ev nirxandin kir: “ATK derheqê girtiyên ji ber sûcên TMK’ê tên darizandin de li gorî nêrîna desthilatiya siyasî raporan amade dike. Raporên ATK’ê, ne raporên bêalî ne. Divê di vê mijarê de raporên nexweşxaneyên perwerde û lêkolînê û raporên beşên zanistê yên zanîngehan esas bên girtin. Di dawiya dawî de ATK saziyeke cemaweriyê ye û serbixwe nîne.”   ‘DIVÊ ÊDÎ EV MIJAR BÊ ÇARESERKIRIN’   Turkdogan wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di xala 16’emîn a Qanûna Înfazê de tê gotin ku heke girtiyek nekare bi tena serê xwe bijî, dikare were berdan. Niha kurê Ozkan li wî dinihêre. Lê ATK tevî rewşê jî dibêje; ‘dikare di girtîgehê de bimîne.’ Evqas bêwijdanî nabe. Bi hîleyan nêzî qanûnan dibin û divê ev di çarçoveya sûcê peywirê de bên destgirtin. Pirsgirêka girtiyên nexweş, êdî pirsgirêkeke polîtîk e. Ev mijar êdî bi rêya hiqûqê yan jî ATK’ê nayê çareserkirin. Hewceye partiyên siyasî vê mijarê li Meclisê çareser bikin. Divê qanûneke înfazê ya rast û durist derxînin û ev jî li gorî Qeydên Mandela bin. Di şexsê Mehmet Emîn Ozkan de divê êdî pirsgirêka girtiyên nexweş teqez were çareserkirin.”