Ocalan: Newroz meşa azadî û serkeftinê ya kurdan e 2022-03-19 10:41:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan diyar kiribû ku Newroz ji bo kurdan “Meşa azadiyê ya mezin e” û wiha gotibû: “Ev meşek wêrek e. Meşek ku ji bilî serkeftinê tu derfetê nade te ye.”    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berê derbarê pîrozbahiya Newrozê de nirxandin kiribû. Ocalan diyar kiribû ku Newroz ji bo kurdan “Derbirîna dawî ya serhildanê ye.” Ocalan destnîşan kiribû ku vê roja dîrokî di heman demê de roja ku kurd di azadiyê de israr dikin e.    'ROJA BER BI AZADIYÊ VE YE'    Ocalan di nirxandina xwe ya 21’ê Adara 1992’yan de destnîşan kiribû ku Newroz serhildan e û gotibû: “Newroz roja yekîtiya gelan e, Newroz roja meşa gel a ber bi azadiyê ve ye. Heke ev gel gelê Kurdistanê be, gelê ku dibîne hêviyên azadiyê yên bi hezar salan geş bûne, eger ew gelê ku ewqas êş û zilmê dîtiye û gihîştiye heta roja îro, heke ev gel gelê ku ev çend sal in şer dike û têk naçe, teqez hûn ê bi ser bikevin. Gumanî li ser vê yekê tune ye. Heke me heta niha jiyan kiribe, me sebrek mezin nîşan dabe, tenê û tenê ev doza we ye, şerê we ye. Ji bo em xwe bigihînin rastiyê, bi rêxistinbûn, birêxistinkirin û têkoşîneke xurt bû ev pêk hat. Em îro bi dîtina vê yekê kêfxweş û şanaz in. Çima wisa ye? Ji ber ku êdî hûn in yên ku nasekinin û dimeşin hûn in. Û li ser wê bingehê armanca me ya dawî pêk hat. Rojek bi qasî serketinê girîng e. Tang, top û balafira wan çi dibe bila bibe, divê hûn li dijî wê bimeşin, nasnameya xwe ya rewa bi dest bixin, azadiya xwe bi dest bixin û amade bin ku hemû berdêla wê bidin."   MEŞA AZADÎ Û SERKEFTINÊ    Ocalan diyar kiribû ku kurd ne kurdên berê ne û wiha axivibû: “We carek din bi bîra wan xist ku hewldanên wan pûç in. Divê em ji vir bi awayekî vekirî bi bêjin, meşa mezin a azadiyê ya gelê me ye û kes nikare bisekinîne. Ji ber ku yekitiya gelê me û meşa wan serxwebûnê her ku diçe mezintir û berfirehtir dibe. Hemû heval hûn jî baş dizanin ku me li ser vê bingehê, di bin ronahiya van rastiyan de Newroz pêşwazî kir. Ji niha ve kelecana ku em ketine navê li navendên girîng ên welatê me, li Nisêbîn, Cizîr, Şirnex û Êlihê gelê me meşan li dar xist û divê em bifikirin çawa wateyê bidin vê û em ê çawa bersivê bidin. Ev meşa wêrek e, meşa ku ji bilî serketinê destûrê nade. Ev meşek bi wêrek e, meşek ji bilî serkeftinê tu derfet nade ye. Lewma meşa we nîşan dide ku garantiya herî bingehîn a rizgariyê ye û bersiva herî baş nîşanî wan dide.”    ‘NEWROZ VEJÎN Û RIZGARÎ YE’    Rêberê PKK’ê Ocalan di nirxandina Newroza 21’ê Adara 1995’an de jî destnîşan kiribû ku Newroz roja ku herî zêde kurd nêzî azadiyê dibin e û gotibû: “Newroz kelecana jiyana nû ye.” Ocalan di nirxandina Newroza 21’ê Adara 1997’an de jî anîbû ziman ku Newroz ji bo kurdan cejna “vejînê û rizgariyê ye” û Newrozê wek “azadiya herikîna dîrokê” pênase kiribû.