John Kusack jî piştgirî da kampanya azadiya Nûdem Dûrak 2022-03-19 10:51:52   ENQERE - Lîstikvan, produktor û nivîskarê amerîkî John Kusack, li ser hesabê xwe yê twîtterê piştirî da hunermenda kurd Nûdem Dûrak ku ji ber gotina stranên kurdî hatiye girtin.   Lîstikvan, produktor û nivîskarê amerîkî John Kusack, li ser hesabê xwe yê twîtterê, ji bo hunermenda kurd Nûdem Dûrak ku ji ber gotina stranên kurdî hatiye girtin belgefîlmeke kurt parve kir û ev tişt got: "Stranbêja kurd Mûdem Dûrak ku di sala 1988'an de ji dayik bûye, li Tirkiyeyê 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Jixwe 6 sal in di girtîgehê de ye. Sucê wê jî derbarê edaletê de stran gotine. Jina kurd a li Tirkiyeyê ji ber stran gotiye hatiye girtin binasin."     Di çarçoveya kampanya ku ji bo Dûrak hatiye destpêkirin de heta niha muzîsyen, wênesaz, lîstikvan û akademîsyen jî di nav de bi sedan kes banga piştevaniya Dûrak kirine. Di bangên ku hatine kirine de berdana Dûrak hatiye xwestin.