Gelê Amedê ji bo Newrozê amade ye 2022-03-19 11:04:48 AMED -  Gelê Amedê ji bo pîrozkirina Newrozê amade ne. Welatiyan anî ziman ku dê bi Newrozê re yekitiya neteweyî xurtir bibe û tecrîda li Îmraliyê bê têkbirin.  Xelkê Amedê bi kelecaneke mezin li benda Newroza îsal in ku dê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” were pîrozkirin. Her sal ji Ewropayê heta Rojhilata Navîn, ji her çar parçeyên Kurdistanê heta bajarên Tirkiyeyê, bi hezaran kes beşdarî pîrozbahiya Newroza Amedê dibin. Gelê Amedê derheqê Newrozê ji ajansa me re axivîn.     ‘PÊDIVIYA ME BI YEKITIYÊ HEYE’   Ji welatiyan Şervan Yildiz anî ziman ku dixwaze Newroza îsal bibe wesîleya tiştên xweş û wiha got: “Newroz, nîşaneya hatina biharê ye lê em dibînin ku pergal nahêle bihar were. Lê ji emrê wan gelek nema ye û dê biçin. Divê em kurd bibin yek û pêdiviya me bi yekitiya neteweyî heye. Dijminê bav û kalan nabin dostên lawan.”   ‘LI DIJÎ ZORDESTIYÊ BEŞDARÎ NEWROZÊ BIBIN’    Îsmaîl Hasan jî bi bîr xist ku Kawayê Hesinkar li hemberî zilmê serî rakiriye û wiha domand: “Bi serhildana xwe re jiyaneke wekhev û aştiyane ava kir. Kurd niha jî di bin zilm û zordariyê de ne. Bila 50 milyon kurd beşdarî pîrozbahiya Newroza îsal bibin û xwe ji vê zilm û zoriyê xelas bikin.” Welatiyê bi navê Tarik Hanazay jî diyar kir ku agirê Kawayê Hesinkar ê li dijî zilmê vêxistibû hêj jî belav dibe û wiha pê de çû: “Ew agir, niha li Kurdistan û cîhanê li dijî zilmê geştir dibe. Ez dixwazim ku gelê me li dijî vê zilmê bibe yek. Xelasiya me bi yekitiyê pêkan e.”    ‘DÊ BI NEWROZÊ TECRÎDÊ TÊK BIBIN’    Welatiyê bi navê Recep Caglak jî bal kişand ser tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku heke tecrîd were hilweşandin dê jiyaneke xweştir were. Caglak, anî ziman ku hêvî û daxwaza wî ew e ku Newroz bibe wesîleya rakirina tecrîdê û berdana girtiyên di zindanan de. Medîne Demîr jî qala girîngiya yekitiya neteweyî kir û wiha derbirî: “Heta ku ji destê me tê em ê Newroza xwe pîroz bikin. Divê em tevek di Newrozê de bibin yek û yekitiya xwe ava bikin. Bila hemû gelê me tev li Newroza Amedê bibe.”    ‘BILA GIRTIYEN NEXWEŞ BÊN BERDAN’   Ji welatiyan Kendal Kaya diyar kir ku tu sûcekî girtiyên nexweş û siyasî nîne û wiha berdewam kir: “Dixwazim di serî de Aysel Tugluk, hemû girtiyên di girtîgehê de bên berdan. Her wiha gelek kes di roja Newrozê de ji derve tên Amedê. Deriyên mala me ji bo hemû mêvanan vekirî ye.”    JI BO NEWROZÊ JI SILÊMANIYEYÊ HATIN   Geştiyar Fatûllah û Aryan Star ji xelkên Silêmaniyeyê ne û ji bo Newrozê hatine Amedê. Welatiyan Newroz li gelê kurd pîroz kirin û diyar kirin ku Newroza Amedê bi nav û denge lewma jî xwesti beşdar bibin. Welatiyan got ku Newroz bo wan tê wateya azadî û serbestiyê ku bingeha xwe ji azadiyê digire    ‘BILA HER KES TEV LI NEWROZÊ BIBE’   Şerîf Polat ji diyar kir ku Newroz nîşaneya berxwedanê ye û hêviyên xwe yên ji Newrozê wiha anî ziman: “Em, di serdemeke nebaş de ne. Hêvîdarim Newroz bi xwe re serbestî, azadî û yekitiyê bîne û girtî bên berdan. Banga min ji bo gel ew e ku tev li Newrozê bibin.” Ji welatiyên Amedê Zilkuf Hoca jî destnîşan kir ku Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn cejna biharê ye û wiha bi dawî kir: “Lê Newroz, ji bo gelê kurd rojeke taybet e. Roja berxwedanê ye. Roja azadiya gelê kurd e. Divê kurd xwedî li cejna xwe derkevin û her sal agirê Newrozê geş bikin. Li seranserî cîhanê zêdetirî 50 milyon kurd hene û tevek jî di bin zor û zordestiya dewletan de ne. Hêvîdarim Newroz bibe wesîleya azadiya gelê kurd.”