Newroza Îdirê bi rengê jinan dest pê kir 2022-03-19 12:05:12   ÎDIR - Pîrozbahiya Newrozê li Îdirê bi dîmenên rengîn dest pê kir. Jinên Îdirî bi cil û bergên xwe yên herêmî beşdarî pîrozbahiyê bûn û li qada pîrozbahiyê xelekên govendê gerandin.   Pîrozbahiya Newroza 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Îdirê bi beşdariya hezaran kesan dest pê kir. Pîrozbahiya ku li qada Kiliçlar a 8 km’an dûrî navendê tê lidarxistin, di saetên serê sibehê de bi hatina welatiyan dest pê kir.    RENGÊ JINAN QADA NEWROZÊ XEMILAND    Jinên Îdirî bi cil û bergên xwe yên xweser ên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de yek ji mijara bal dikişand jî hejmara ciwanan bû. Tevî ku li bajêr berf dibare jî, bi hezaran kes herikîn qada Newrozê û li ber dahol û zirneyan xelekên govendê gerandin. Bi taybet jî gelek kes ji gundan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” hatibûn daliqandin.    Di pîrozbahiyê de dê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Sezaî Temellî dê biaxive. Piştre jî dê Koma Muzîkê ya Dengê Meyman û hunermend Servet Kocakaya derkevin ser dikê.