Li 7 navendan pîrozbahiya Newrozê dest pê kir 2022-03-19 12:06:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajaran bi hezaran kes diherikin qadên pîrozbahiya Newrozê. Li van bajaran pîrozbahiyê bi kelecanî dest pê kir.    Newroza îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Starta ewil a pîrozbahiya Newrozê di 15’ê adarê de li navçeya Elkê ya Şirnexê hatibû dayîn. Îro li 19 navendan agirê Newrozê tê vêxistin. Li Dêrsim, Şirnex, navçeya Pirsûsê ya Rihayê, li navçeya Qoserê ya Mêrdînê, li navçeya Panosê ya Agiriyê, li Mêrsînê, li navçeya Gebze ya Kocaeliyê ji serê sibehê ve gel diherike qadên Newrozê. Tevî hewa sar û barîna berfî jî jin, ciwan bi cilên xwe yên kurdî ango netewî diherikin qadên Newrozê û qadan tije dikin.                PANOS   Li Panosê xelkê navçeyê ji serê sibehê ve li qadê kom bûn û qad tije bû. Tevî ku pileya hewayê di bin sifrê de ye jî xelk li qada pîrozbahiyê ye. Li gelek gundan ji ber barîna berfê rê hatin girtin û tevlibûna Newrozê zehmet kir. Rêyên hatine girtin ji aliyê şaredariyê ve tên paqijkirin. Xelkê Panosê li ser berfê li ber stranan govendê digerîne.    PIRSÛS   Li navçeya Pirsûsa Rihayê jî agirê Newrozê hat vêxistin. Gelek rêyên diçin qada Newrozê ji aliyê polîsan û leşkeran ve hatine girtin. Bi hezaran welatiyên li qadê kom bûne li ber stranan govendê digirin.    Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de di tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Polîsan destûr neda pankarta “Ji her kesî re edalet” ku çalakiya Emîne Şenyaşar bi bîr dixe, bibin qadê. Bi hêceta “pankart têkildarî Newrozê nîne” hat astengkirin. Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina destpêkirin û silavkirin dest pê kir û deqîqeyek rêz hat girtin. Li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axaftin hat kirin. Pişt re jî Hevserokên HDP’a Pirsûsê derbarê girîngiya Newrozê axivîn.    Pişt re agirê Newrozê bi coşek mezin hat vêxistin. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz a qeyûm danîne şûna wê axivî û bal kişand ser girîngiya Newrozê û têkoşîna gelê kurd. Pîrozbahî didome.    QOSER   Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê jî pîrozbahî li Qada Otogarê pêk tê. Pîrozbahiyê bi kelecaniyek mezin dest pê kir. Bi hezaran welatî ji saetên serê sibehê ve diherikin qadê û dirûşmên “Bijî Newroz” berz dikin. Li qadê bi hezaran welatî tevî barîna baranê jî kom bûne. Welatiyên kom bûne dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berz dikin. Hatina welatiyan a qadê didome.    MÊRSÎN     Îsal Newroz bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin. Newroz wê li Çukurovayê ji li 5 bajar û 2 navçeyan bê pîrozkirin. Amadekariyên Newrozê yên li Çukurovayê bi dawî bûn. Li Çukurovayê Newroza yekemîn li Qada mîtîngê ya Tirmilê ya Mêrsînê tê pîrozkirin.   Qada Newrozê bi flamayên rengîn hatin xemilandin. Pankartên “Newroz pîroz be”, “Em ê tecrîdê bişikînîn, faşizmê têk bibin”, “Dem dema serkeftinê ye” hatin daliqandin.   Serê sibehê jin bi cil û bergên xwe yên rengîn û bi xiftanên xwe diherikin qada Newrozê. Girseya li hev kom dibe dirûşmên “Bijî Newroz”, “Newroz Pîroz be” berz dikin. Jinan bi rengê kesk, sor û zer xwe xemilandin bi stranên Newrozê govendê digerînin.   Pîrozbahiya Newrozê berdewam dike.   ŞIRNEX    Li navenda Şirnexê jî pîrozbahî tê lidarxistin. Li qada pîrozbahiyê pankartên “Dem dema serkeftinê ye”, “Newroz raperîna jinan e” û “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin” hatin daliqandin. Welatiyên beşdarî pîrozbahiyê bûne cilên netewî li xwe kirine û xemla pîrozbahiyê xweşik kirin.    Ji serê sibehê ve ji zarokan bigire hata kal û pîran diherikin qada Newrozê. Tevî hewa sar jî xelk li qadê kom bûye û bi kelecan pîrozbahiyê da destpêkirin. Ciwan û kal û pîr li ber stranan govendê digerînin.    Li Dêrsim, Gebze û navendên din jî pîrozbahiyên Newrozê dest pê kirin. Bi hezaran welatî li qadên pîrozbahiya van navendan kom bûne.