Li şûna bijîşkan gardiyan li girtiyê bi covîdê ketî nihêrt! 2022-03-19 12:19:08   STENBOL - Girtiyê bi navê Cengîz Akkaya ku testa wî ya Covîd-19’ê pozîtîf derketibû, bi rojane di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Hat zanîn ku li şûna bijîşk an jî xebatkarên tenduristiyê, gardiyanên ku digot; ‘ev nexweşiyeke girîng nîne” lê nihêrt.    Girtiyê bi navê Cengî Akkaya ku li Girtîgeha Tîpa T a Ereglî ya Konyayê tê ragirtin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehê ji parêzerê xwe Hakan Evcîn re nameyek şand. Akkaya da zanîn ku testa wî ya Covîd-19’ê pozîtîf derketiye û li ser vê yekê jî di hucreyeke yekkesî de xistine karantînayê. Akkaya, diyar kir ku ev 4 roj in di hucreyê de dimîne lê heta niha jî kesek bi wî re eleqedar nebûye û wiha domand: “Heta sibehê dilerizim û bi zor û zehmet bêhnê digirim. Tu derman nedane min. Ne bijîşkek û ne jî xebatkarekî tenduristiyê rewşa min nepirsîn.”    ‘GARDIYAN XWE XIST CIHÊ BIJÎŞK’   Di berdewamê de jî Akkaya ev agahî parve kirin: “Rewşa min giran bû û min ji karmendê peywirdar re got; ‘An bila xebatkarekî tenduristiyê li rewşa min binihêre yan jî min bibin nexweşxaneyê.’ Saetek piştre gardiyanek hat û got; ‘Çi pirsgirêkên te hebin ji min re bibêje, ez bijîşk im. Ev nexweşiyeke girîng nîne. Dê baş bibî.’ Rêveberiya girtîgehê di mijara tenduristiyê de bi helwesta siyasî tevdigere. Dema mijar dibe girtiyên siyasî, kesek hesabê jê napirse. Ez ji mirinê natirsim lê belê ji ber ku li vir terkî mirinê hatime kirin, aciz im. Dixwazim ku kesên li derve di vê mijarê de bêhtir bihestiyar tevbigerin.”