Xelkê Panosê guh neda berf û sermayê û agirê Newrozê vêxist 2022-03-19 13:06:28   AGIRÎ - Xelkê Panosê tevî barîna berfê û hewa sar jî li ser berfê agirê Newrozê pêxist. Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç got îktidar ji ziman û çanda kurdî ditirse û lewma ziman û stranan qedexe dike.    Li navçeya Panosê ya Agiriyê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” agirê Newrozê hat vêxistin û pîrozbahî hat lidarxistin. Pîrozbahî li qada pişt otogarê pêk hat. Xelkê navçeyê tevî barîna berfê û hewa sar jî li qadê Newrozê pîroz kir. Li gelek gundan ji ber barîna berfê rê hatin girtin û tevlibûna Newrozê zehmet kir. Rêyên hatine girtin ji aliyê şaredariyê ve tên paqijkirin. Xelkê Panosê li ser berfê li ber stranan govendê gerand.    Ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat girtin. Hevserokê HDP’a Panosê Rifat Bedîr ewil di pîrozbahiyê de axivî û diyar kir ku Newroz tenê ne remza gelê kurd remza tevaniya gelên Rojhilata Navîn e û got: “Newroz roja rê nîşandana ji bo mezlûman e. Em bi kelecan bersivê bidin zilmkaran.”    RAKIRINA TECRÎDÊ    Endama Meclîsa Partiyê ya DBP’ê Gulderen Varli jî destnîşan kir ku ew ê bi coşa Newrozê tecrîdê rakin û deriyên girtîgehan vekin.    ‘JI KURD Û ZIMANÊ WAN DITIRSIN’    Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç jî axivî û bal kişand zilm û zextên li ser gelê kurd û got: “Zilma Dehaqan didome. Dehaqên kurdan naqedin. Ji 10 hezarî zêdetir hevalên me di zindanan de ne. Em hevalên xwe silav dikin û cejna wan pîroz dikin. Erdogan dibêje pirsgirêka kurd tune ye. Lê em jî dibêjin pirsgirêka kurd heye. Ji ber ku seydayên me bi kurdî weaz dane di girtîgehan de ne. Hûn dibêjin kurd tune ne, ka li qadan binêrin kurd hene yan tune ne. Vaye kurd li vir in. Stranên me zimanê me qedexe dikin. Çima hûn kurdî qedexe dikin. Em cejna gelê kurd pîroz dikin.”    Piştî axaftinan bi tevlibûna parlamenterên HDP’ê yên Agiriyê Abdullah Koç û Dîlan Dîrayet Taşdemîr û rêveberên partiyê agirê Newrozê hat vêxistin. Koma Pel derket ser dikê û strî. Xelkê li ber stranan li derdora agir govendê gerand. Pişt re jî pîrozbahî bi dawî bû.