Li Dêrsimê tevî barîna berfê jî Newroz tê pîrozkirin 2022-03-19 13:31:01   DÊRSIM - Xelkê Dêrsimê tevî barîna berfê û hewaya sar jî li Dêrsimê ji bo pîrozbahiya Newrozê kom bû û li benda vêxistina agirê Newrozê ye.    Li Dêrsima ku di nav çiyayên bi berf de ye, îsal Newroz di hewayê sar de hat pîrozkirin. Li bajarê ku zivistaneke dirêj jiyaye, ji ber barîna berfa zêde ya ji duh êvarî ve spî bû. Lê barîna berfê û hewayê sar nekarî bikeve pêş coş û kelecana Newrozê. Şêniyên bajêr, piştî amadekariyên bi rojan hatin kirin, cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kirin û ji bo pîrozbahiya li Qada Seyîd Riza were kirin, di saetên serê sibê de li pêş avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) kom bûn. Ciwanên ku endamên partiyê, li vir stran gotin û bi gerandina govendê li benda saeta pîrozbahiyê sekinîn.    BERFÊ BANDOR NEKIR   Cihekî din ku gel lê kom bû jî Kolana Hunerê bû. Hat dîtin ku girseya li vir kom bûyî lepik û stûmalên kesk û sor û zer li xwe kirine. Girseya her ku diçe hejmara wan zêde dibû, tevî hewayê sar ligel dahol û zirneyê govend gerandin û zû dest bi pîrozbahiya kir.    'BIJÎ SEROK APO'   Partiyên siyasî, sendika û rêxistinên sivîl ên civakî pişt re bi girseyê re ber bi Qada Seyîd Riza ku dê lê pîrozbahî bên kirin ve meşiyan. Di pêşiya kortejê de xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê yên bi pankarta “Dîroka mirovahiyê bi jinan dest pê dike” meşiyan cih girtin. Di meşê de dirûşmeyên “Bê serok jiyan nabe”, “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.    Li qada ku polîsan li derdora wê barîkat bi cih kirin, girseyê piştî lêgerînê karîn bikevin qadê. Girseya ku qad tejî kir li dora darên ku li bendê ne werin şewitandin govendê digerîne û li bendê ye ku pîrozbahî dest pê bikin.