Xizmên windakiriyan kesên di Newrozê de hatine qetilkirin bi bîr anîn 2022-03-19 13:33:10   AMED - Xizmên windakiriyan di hefteya 684’an de kesên ku di Newroza 1992’yan de hatine windakirin bi bîr anîn û dan zanîn ku tevî bi ser re 30 sal derbas bûne jî heta niha lêpirsîneke baş nehatiye kirin.    Xizmên windakiriyan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê ji bo pirsîna aqûbeta kesên di bin çavan de û bi cînayetên kiryarnediyar hatine windakirin û darizandina kujerên wan, di hefteya 684’an de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyoluyê hatin ba hev. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatine windakirin û bi cînayetên kiryarnediyar hatine qetilkirin, hatibûn hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de kesên di Newroza 1992’yan de li Şirnex, Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê hatine qetilkirin hatin bibîranîn.    KESÊN HATINE QETILKIRIN    Endama Lijneya Rêveber a Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Yildirim diyar kir ku di Newroza 92’yan de bi sedhezaran kes ji bo pîrozbahiyê li qadan kom bûbûn û rastî êrişa polîsan hatibûn. Yildirim, da zanîn ku di encama êrişê de komkujî hatibû kirin û wiha domand: “Di êrişa li Kerboran a Mêrdînê de Abdurrahîm Çîçek; li navenda Şirnexê û navçeya Cizîrê Hatîce Katar (5), Mehdî Gungen (9), Nebahat Kakuç (65), Ramazan Bayer (70) û Halîl Babek hatin qetilkirin. Li gorî daneyên fermî yên dewletê, di bûyerên heta 23’yê adarê de yek jê rojnameger bi giştî 57 kes hatin qetilkirin. Lê ev hejmar gelek zêdetir e.”    BÛYERÊN LI NISÊBÎNÊ   Di berdewamê de Yildirim bal kişand ser bûyerên li Nisêbînê û wiha domand: “Di pîrozbahiyên Newroza Nisêbînê de bûyer derneketin. Heta Serokwezîrê Karên Hundir ê wê demê Îsmet Sezgîn ji ber ku bûyer derneketibûn, spasiya xelkê Nisêbînê kiribû. Xelkê Nisêbînê di 22’yê adarê de ji bo protestokirina êrişên polîs û leşkeran ên li ser Şirnex û Cizîrê, dest bi meşê kirin. Lê polîsan li ser pira Çagê êriş kir, bi panzeran dan ser çalakvanan û gule li gel hatin reşandin. Li gorî daneyên fermî, di êrişê de yek jê jin bi giştî 16 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û 106 kes jî astengdar man. Lê berevajî daneyên fermî, di wê rojê de 21 kes hatibûn qetilkirin.”    LÊPIRSÎN NEHAT DESTPÊKIRIN    Bi domdarî Yildirim anî ziman ku derheqê komkujiyan de lêpirsîneke baş nehat destpêkirin û wiha berdewam kir: “Rayedaran bi gotinên wek ‘Gelemperiya kesên hatine kuştin PKK’î bûn, di nava wan de PKK’î hebûn’ re kujer hatin veşartin û nehatin darizandin. Weke parastvanên mafên mirovan, em tu caran nebûn şahid ku Tirkiyeyê sûcên li dijî mirovahiyê yên li herêmê hatine kirin ronî kiribin. Ji ber vê zîhniyetê jî gel, derdor û nasnameyên muxalîf her tim li vî welatî rastî komkujî, zext û gefan hatin. Mînaka vê ya herî şênber jî komkujiya Roboskê ya di sala 2011’an de ye.  Di sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de demborîbûn çênabe. Divê neyê jibîrkirin ku heta edalet pêk neyê, aştiya civakî jê çênabe. Bi vê wesîleyê em cejna Newrozê pîroz dikin û hemû welatiyên ku di pîrozbahiyên Newrozê de hatine qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr tînin.”