Li Îdirê agirê Newrozê hat hilkirin: Kurd çok natewînin 2022-03-19 14:19:46 ÎDIR - Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî, li Îdirê ku agirê Newrozê lê hat vêxistin, diyar kir ku ji bo komereke demokratîk wê meşa xwe ya di Rêya Sêyemîn de berdewam bikin û ev tişt got: "Kurd çok danaynin, me biryardariya xwe ya li dijî zilmê ya bi dehan salan careke din nîşan da."    Pîrozbahiya Newroza 2022’yan ku bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” tê pîrozkirin, li Îdirê bi beşdariya hezaran kesan pêk hat. Pîrozbahî li qada Kiliçlar a 8 km dûrî navenda Îdirê hat lidarxistin. Di saetên serê sibehê de bi hezaran kesî berê xwe dan qada Newrozê. Jinên Îdirî bi cil û bergên xwe yên xweser ên herêmê beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de yek ji mijara bal dikişand ser xwe jî hejmara ciwanan bû. Tevî ku li bajêr berf dibare jî bi hezaran kes herikîn qada Newrozê û li ber def û zirneyan govend gerandin. Bi taybet jî gelek kes ji gundan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li qada Newrozê pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” hatin daleqandin.    'RÊYA ME DIRÊJ E FIKRA ME MEZIN E'    Piştî rêzgirtinê bernameya pîrozbahiyê dest pê kir û bi yekdengî herkesî dûrişmeya "Bijî Serok Apo" berz kir. Destpêkê Hevserokê HDP'ê yê Bajar ê Îdirê Suleyman Serhat axivî û xêrhatina beşdarên Newrozê kir. Piştre Hevşaredara Îdirê Eylem Çelîk axivî. Çelîk, siyasetmedarên jin ên girtî silav kir û destnîşan kir ku rêya wan a têkoşînê dirêj e û fikra wan mezin û giran e.    TECRÎDA ÎMRALIYÊ   Piştî Çelîk Parlamenterê HDP'ê yê Îdirê Bahîp Eksîk jî axivî û bal kişand ser tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û derbarê mijarê de ev tişt got: "Li ser birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye. Ev tecrîd li dijî gelê kurd e. Deriyên Îmraliyê vekin. Bila birêz Ocalan daxwazên xwe bi awayekî aştiyane û azad bîne ziman. Divê ev tecrîd rabe û em ji bo vê têbikoşin. Wê kurd neqedin û têkoşîna xwe bidomînin. Sed sal e dixwazin kurdan tune bikin û bipişfînin. Hûn çi dikin bikin lê wê kurd neqedin."   TEMELLÎ: KURD ÇOK DANAYNIN    Herî dawî Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî û wiha got: "Li dijî zilma ku bi dehan salan e didome biryardariya xwe careke din nîşan da. Cejna Newrozê ya gelê kurd ku têk naçe û çok danayne pîroz be. Em li erdnîgariya zilm û komkujiyan dijîn. Kesên ku li Helebçeyê bi hezaran kesî kuştin zilma xwe didomînin. Helebçe ne dawî ye. Lewre em ji Zilan, Dersim, Şengal û Roboskî vê dizanin. Lê rexmî van jî gelê kurd dev ji sekna xwe bernedaye. Heke ev desthilat vê zilmê li me bike divê em jî bên gelhev. Sedema zilmê xespkirina mafên siyasî û civakî yên gelê kurd in. Em ê li mafên xwe xwedî derkevin û li cem hev bin. Heta ku kurd azad nebin wê kes azad nebe. Heta ku demokratîkbûna welat pêk neyê wê aramî neyê welat. Li zilmê li me ferz dikin. Navê vê faşîzm e. Em ê vê faşîzmê têk bibin. Niha neçar mane û di destê wan de şer û tayînkirina qeyûman maye."   'MUXATAB BIRÊZ OCALAN'   Temellî, destnîşan kir ku muxatabê çareserkirina Pirsgirêka Kurd Ocalan e û ev tişt anîn ziman: "Ji bo demokratîkbûna welat divê Pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Çareserkirina kurd tê wateya muzakereyane. Ji bo avakirina muzakereyan divê faşîzm têk biçe. Bila ev jî sozê me be; em ê faşîzmê têk bibin û wê meseyê deynin. Em ê Pirsgirêkê Kurd bi tevlîbûna gel çareser bikin. Ji bo hatine demokrasiya rasteqîn bê welat çi ji destê me bê em ê bikin. Em ê li xaka xwe ya hevpar bên gelhev. Duh xweşkirina Çanakkaleyê dikirin. Ji vir ji we re dibejim; ew destan ne ya we ya gelê kurd û tirk e. Çanakkale eniya ku xaka hevpar lê hatiye avakirin e. Tu bi emperyalîstan re biaxive em têkoşîna xwe bidomînin. Em ê meşa xwe ya di Rêya Sêyemîn de berdewam bikin. Rêhevalên rêya sêyemîn û rojê rêya we vekirîbe."    AGIRÊ NEWROZÊ HAT VÊXISTIN   Piştî axaftinan agirê Newrozê hat vêxistin. Gel li dora agir xelek çê kir û govend gerand.    Di dawiya bernameyê de Koma Dengê Meyman û Servet Kocakaya derketin ser dikê û stran gotin û pîrozbahiya Newrozê bi kirin.