Otelên Amedê bi mêvanên Newrozê tije bûne 2022-03-19 14:40:57 AMED - Li Amedê ku hê du roj ji Newrozê re maye rêjeya tijebûna otelan derket ji sedî 85'an.   Li Amedê, ji ber mêvanên zêde yên Newrozê ji niha ve otelên li bajar hatine ber têjebûne. Li Amedê, bi giştî 34 otel, 2 hezar û 464 ode û 4 hezar û 886 nivînên wan hene. Ji sedê 85'ê odeyên otelan ji niha ve bi mêvanên Newrozê têje bûne. Serokê Komeleya Otelvan û Geştiyaran a Amedê ( DOTED ) Veysî Kaya, derbarê mijarê de axivî û da zanîn ku j ber Newrozê û Fûara Turîzm û Çandê ya Mezotamyayê otelên li bajar hatine ber têjebûne. Kaya, got ku li bendê ne otel bi tevahî têje bibin.