Dayikên Şemiyê ji bo Hasan Ocak bang li rayedaran kirin 2022-03-19 14:43:00 STENBOL - Dayikên Şemiyê bang li rayedaran kirin ku faîlên Hasan Ocak ê beriya 27 salan hatibû binçavkirin û bi îşkenceyê hat qetilkirin, bên aşkere kirin.  Dayikên Şemiyê ku bi daxwaza pirsîna aqûbeta xizmên xwe û faîlên wan bên dîtin her hefte li Qada Galatasarayê dihatin gelhev, ji ber şert û mercên pandemiyê vê hefteyê jî çalakiya xwe bi awayekî online pêk anîn. Dayikên Şemiyê di hefteya 886’emîn de faîlên Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de dema diçû mala xwe ya li navçeya Avcilar a Stenbolê, careke din agahî jê nehat girtin û piştî 58 rojên din cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Altinşehîrê hat dîtin, pirsîn.    Di daxuyaniyê de ewilî ji malbata Hasan Ocak, Emîne, Masîde û Alî Ocak mafê axaftinê girt. Xwişka Ocak, Masîde Ocak bi bîr xist ku bi ser windakirina birayê wî ya di bin çavan de 27 sal derbas bûn û wiha got: “Danişîna doza ji ber daxuyaniya me ya hefteya 700’emîn derbarê me de hatiye vekirin, wê di 23’yê Adarê li Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. Çi dibe bila bibe di her şert û mercî de em dest ji lêgerîna windakiriyên xwe û parastina Galatasarayê bernadin.” Dayik Emîne Ocak jî wiha got: “Em Edalet û Qada Galatasarayê dixwazin.”   DESTNÎŞANKIRINA HEVRÛBÛNÊ   Kekê Hasan Ocak, Alî Ocak jî bal kişand ser bêedaletîyên di dosyaya birayê wî de û helwesta rayedaran û wiha got: “Derdê me pêkhatina hiqûq û edaletê ye. Her desthilata ku sûcdaran ceza neke, bi van kiryaran re hevrûnebe wê bibe hevkarê tiştên qewimîn. Kesên ku Hasan binçavkirin û qetilkirin, dernexistin holê û nehatin cezakirin. Lê em weke kesên ku pirsa aqûbeta kesên hatine windakirin dikin, dixwazin bên darizandin. Dixwazin tiştên qewimîne bidin ji bîr kirin û heqîqetê di nav tariyê de bihêlin.”   DMME’YÊ BIRYARA BINPÊKIRINÊ DA   Pişt re parêzera malbatê Gulseren Yolerî axivî. Yolerî, bal kişand ser têkoşîna malbatê ya pirsîna aqûbeta Ocak û da zanîn ku malbat di encama vê têkoşînê de gihişt cenazeyê Ocak ê hat qetilkirin. Yolerî, destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de di hiqûqa navxweyî de tu pêşveçûn pêk nehatin û diyar kir ku di serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) de jî biryara binpêkirinê hat dayîn.    LÊPIRSÎNEKE BI BANDOR NEHAT KIRIN   Yolerî, bi bîr xist ku ji bo faîlên Hasan Ocak bên tespîtkirin lêpirsîneke bi bandor nehat bi rê ve birin û xwest ku faîlên Ocak bên derxistin. Yolerî, xwest ku daxwazên wan ên di dosyaya lêpirsînê de bên bicih û destnîşan kir ku wê têkoşîna wan a hiqûqî bidome.   Dûre daxuyaniya hefteya 886’emîn xwarziya Hasan Ocak, Dîcan Acer xwend. Acer, xwest ku dewlet di dosyaya Hasan Ocak de dawî li bêcezatiyê bîne û pêvajoya ku Ocak windabûbû vegot.    ‘DEWLET MECBÛR E KU FAÎLAN TESPÎT BIKE’   Acer, da zanîn ku dosyaya Ocak 27 sal in li cem Dozgeriya Komarê ya Beykozê disekine û wiha got: “Kesên 27 sal in Hasan dan windakirin, bi zirxê bêcezatiyê tên parastin. Em di hefteya 886’emîn de careke din bi bîr dixin û daxwaz dikin; dewlet di rewşên binpêkirinên mafan de mecbûr e faîlên sûc tespît bike û wan ceza bike. Divê dewlet vê bêcezatiyê bidawî bike û lêpirsîneke bi bandor bimeşîne. Çend sal derbas bin bila derbas bibin jî em ê ji bo Hasan Ocak û hemû windakiriyên xwe edaletê bixwazin, hiqûqê bi bîra dewletê bixin û dest ji Qada Galatasarayê ku 187 hefteyê ji me re hatiye qedexekirin, bernadin.”