Jiyana girtiya nexweş di xetereyê de ye 2022-03-19 15:13:33   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’a Stenbolê diyar kir ku jiyana girtiya nexweş Sureyya Bulut a 28 sal in girtî ye ber bi xeterê ve diçe û xwest bê berdan.    Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 521’emîn de çalakiya “Rûniştina F” li dar xist. Çalakî li ber avahiya ÎHD’ê pêk hat. Vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Sureyya Bulut a ji sala 1994’an ve girtî ye û niha li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan tê ragirtin.    Gulseren Yolerî axivî û diyar kir ku rayedar li hember binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bêdeng dimînin û mafên girtiyan piştguh dikin.    REWŞA WÊ DI XETEREYÊ DE YE    Yolerî derbarê rewşa Sureyya Bulut a 28 sal in girtî de agahî dan û got nexweşînên tuberkuloz a asta yekemîn û Sendroma Wernicke Korsakoff pê re heye. Yolerî da zanîn ku çavek Sureyya Bulut ji binî pûç bûye û çavên din jî ji sedî 20 nabîne û ji bilî nexweşînên wê di bedena wê de parçeyên şarapnelê hene û li girtîgehê têkoşîna jiyanê dide. Yolerî destnîşan kir ku Bulut tevî rapora nexweşînan jî nayê berdan û jiyana wê ber bi xetereyê ve diçe û xwest Sureyya Bulut û tevahiya girtiyên nexweş tavilê bên berdan.