Ji Newroza Bismilê silav ji bo Ocalan şandin 2022-03-19 15:32:10   AMED - Bi hezaran kes tevli pîrozbahiya Newrozê ya li Bismilê bûn û bi dirûşman silav ji Ocalan re şandin.    Li navçeya Bismilê ya Amedê pîrozbahiya Newrozê li qada taxa Sanayiyê hat lidarxistin. Xelkê navçeyê serê sibê hatin qadê û bi cilên xwe yên rengîn tevli pîrozbahiyê bûn. Ji zarokan bigire heta kal û pîran bi hezaran welatî tevli pîrozbahiyê bûn. Polîsan di ketina qadê de pirsgirêkan derxistin û bi hêceta “cilên rêxistinî li xwe kirine” destûr neda welatiyan biçin qadê. Welatiyan bertek nîşan da û li ser vê yekê destûra ketina qadê hat dayîn.    DENGÊ DIRÛŞMAN BI SER DEŞTA BISMILÊ KET    Bi hezaran kes li qadê kom bûn û welatiyan li ber stranan govend gerand û dirûşmên wek “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”, “Silav silav hezar silav li Îmraliyê”, “Deşta Bismilê warê apogeran” û “Bijî bexwedana zindanan” berz kirin. Pişt re parlamenterên HDP’ê yên Amedê Dêrsim Dag, Îmam Taşçier û Garo Paylan û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û welatiyên li kêleka wan agirê Newrozê vêxistin. Piştî vêxistina agirê Newrozê coşa xelkê zêdetir bû.    AZADIYA OCALAN    Parlamenter Dêrsim Dag di pîrozbahiyê de axivî û destnîşan kir ku Newroz cejna berxwedan û serîhildanê ye û got: “Îro roja têkçûna Dehaq e. Newroz roja serhildana gelan e. Dehaqên roja me ya îroyîn îktidara AKP-MHP’ê jî li ber têkçûyînê ye û heyama wan dawî ye. Yên ku ji me re digotin ‘taqeta wan nema’ bil ali qadan binêrin. Ev qad çûyîna wan nîşan dide. Kes nikare li derdora agirê azadiya gelê me bisekine. Wê agirê îsal wan bişewitîne û dawiya wan bîne. Ev Newroz newroza azadiya Ocalan e û wê ev agir azadiya Ocalan bîne. Newroza serkeftin û azadiyê pîroz be.”    Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ê qeyûm danîne şûna wî jî li ser girîngiya Newrozê axivî û destnîşan kir ku hevşaredara wan Gulşen Ozer duh di encama zilma îktidarê de hat girtin.    BI MILYONAN KES LI QADÊN NEWROZÊ YE    Parlamenter Îmam Taşçier jî da zanîn ku agirê Newrozê îro li gel bajaran hatiye geşkirin û wiha got: “Yên ku dibêjin kurd tune ne, bil ali qadên Newrozê binêrin. Bila bi milyonan gelê kurd ku li qadan e bibînin. Ew çi dikin bila bikin wê têkoşîna gelê me bi ser bikeve. Newroz roja yekitiyê, berxwedan û serhildanê ye. Newroza we pîroz be. Kes nikare li pêşiya berxwedana Newrozê ya gelê kurd bibe asteng. Newroz pîroz be.”   Piştî axaftinên hatin kirin hunermend Devrîm Demîr û Cevdet Bagca derketin ser dikê û strîn. Bi hezaran welatî li ber stranan govend gerand û coşa Newrozê dan nîşandan. Pişt re pîrozbahî bi dawî bû.