Xizmên windakiriyan faîlên Hasan Ocak pirsîn 2022-03-19 15:46:46   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de pirsî faîlên Hasan Ocak ê di 21’ê Adara 1995’an de di bin çavan de hat windakirin, ên nehatin cezakirin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, bi daxwaza “Bila faîl bên darizandin, kesên hatine windakirin bên dîtin” li pêş Sumerbanka Kevin a Konakê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya pankartên “Windakirî wijdan nin xwedî lê derkeve” û “Faîl diyar in kesên hatine windakirin li ku ne” hatine vekirin de wêneyên Hasan Ocak hatin hilgirtin.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûrat Çepnî, Serpîl Kemalbay, malbatên girtiyan ên Nobeta Edaletê digirin, endamên Komîteya Amadekar ên Newrozê, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    Daxuyaniya vê hefteyê ji bo Hasan Ocak ê piştî di sala 1995’an de hat windakirin, cenazeyê wî hat dîtin hat dayîn. Metnê daxuyaniyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê Caner Canli xwend. Canli, diyar kir ku bi dehan kesên ku piştî binçavkirinê hatine qetilkirin hene û wiha got: “Heke heta niha hêj aqûbeta kesên di bin çavan de hatine windakirin nehatibe aşkere kirin û kesên ew windakirine nehatibin darizandin, sedemê pergala faşîst û paşverû ya li welatê me ye. Faîl bi zirxê bêcezatiyê tên parastin.”   Canli, qala pêvajoya binçavkirina Ocak kir û diyar kir ku wê ÎHD di van xebatan de têkoşîna xwe bidomîne.