Ahmet Turk: Dem dema avakirina yekitiya neteweyî ye 2022-03-19 16:10:45   MÊRDÎN - Siyasetmedar Ahmet Turk di pîrozbahiya Newroza li Qoserê de axivî û got: “Em bibin yek. Em dest ji dijminahiya hev berdin û yekitiya xwe ava bikin.”    Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê agirê Newrozê geş bû. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Otogarê bi tevlibûna hezaran kes pêk hat. Girseyê deqîqeyek rêz girt û sirûda “Çerxa Şoreşê” xwend. Girseyê bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedanan zindanan”, “Bê Serok jiyan na be”, “Erdogan îstîfa” û “Bijî Newroz” berz kir. Tevî barîna baranê jî xelkê eleqeyek mezin nîşanî pîrozbahiyê da. Hevşaredarê Mêrdînê Ahemt Turk ê qeyûm danîne şûna wî, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Pero Dundar, rêveberên HDP û DBP, aktîvîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê beşdarî pîrozbahiyê bûn.    Hevseroka HDP’a Mêrdînê Perîhan Agaoglu axaftina destpêkê kir û got ew hêza xwe ji gelê kurd û berxwedana Newrozê digirin. Agaoglu bertek nîşanî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da û ew bi têkoşînê zextên li ser gelê kurd rabe.    BANGA YEKITIYA NETEWEYΠ   Pişt re siyasetmedarê kurd Ahmet Turk derket ser dikê û hem bi kurdî û hem jî bi tirdî axivî. Turk banga yekitiya neteweyî ya kurd kir û wiha got: “Ez bang li rêveberên kurd ên çar aliyê Kurdistanê dikim; em werin ba hev û bibin yek. Divê em dest ji dijminahiya hev berdin û yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin.”    BERXWEDANA MAZLUM DOGAN    Turk diyar kir ku Mazlum Dogan bi agirê pêxist li her deverî belavtir bû û got: “Agirê Newrozê ji bo Kurdistanê pîroz e. Gelê kurd bi salan e ji bo azadiyê têdikoşe. Heta azadî were dê têkoşîna Kurdistanê bidome. Ji bo destkeftiyên gelê kurd tune bibin, polîtîkaya tunekirinê di dewrê de ye. Em dizanin em di rêyek zor de de diçin. Li ser vê axê qet zilm kêm nebû. Em li ser axek ku her tim zilm lê heye dijîn. Bi hezaran hevalên me di girtîgehan de ne. Avêtina zindanê têr nake, tecrîdê jî disepînin. Tecrîda bi salan e li ser birêz Ocalan li ser hemû girtiyan hatiye belavkirin. Divê gelê me li dijî vê zilmê bi berxwedêrî li ser pêya bisekine. Ez bi xemgînî dibêjim, hevrêya min, hevseroka min Aysel Tugluk îro bi nexweşiyek giran re rûbirû maye. Dîsa jî nayê berdan. Polîtîkayek dijminane li hember gelê kurd heye. Ez newroza hemû hevrêyên dîlgirtî pîroz dikim.”    Piştî axaftina Turk, girseyê bi deqîqeyan dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.    'DEM DEMA AZADIYA OACLAN E’    Parlamenter Pero Dundar jî axivî û diyar kir ku êrişên li ser gelê kurd dê nikaribin meşa azadiyê ya kurdan rawestînin. Dundar bal kişand ser rewşa Ocalan û got: “Êdî dema azadiya birêz Ocalan hatiye.” Dundar bal kişand ser doza girtina HDP’ê û îktidar dixwaze HDP’ê bigire lê ew ê destûr nedin û ya were girtin îktidara AKP-MHP’ê ye.    Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî li ber stranên hunermend Kadîr Çat, Erdogan Emîr û Baran Bozyel bi dawî bû.