Hat xwestin ku girtiya nexweş Karaguzel were berdan 2022-03-19 16:12:12   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî bal kişand ku girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel di du salan de sê caran qeyrana dil derbas kiriye û xwest ku ji bo Karaguzel bi awayekî bitendurist were dermankirin, bê berdan.   Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî di hefteya çalakiya xwe ya 393’yemîn de li pêş Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyaniya çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş serbest berdin” hat vekirin. Endama Lijneya Rêveberiya Navendî ya ÎHD’ê û Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen, rewşa girtiya nexweşa giran Mûhlîse Karaguzel a li Girtîgeha Jinan a Bunyana Kayseriyê tê ragirtin, ragihand.    XWEST WERE BERDAN   Çevîrmen, qala nexweşiyên Karaguzel kir û serpêhatiya wê ya li nexweşxaneyê vegot.  Karaguzel, da zanîn ku Karaguzel di nava du salan de sê caran qeyrana dil derbas kiriye, dema nexweşiyên wê yên din ên kronîk jî berçav hatin girtin nikare di girtîgehê de bimîne û wiha got: “Em dixwazin ku Karaguzel demildest were berdan û li cem malbata xwe bi awayekî bitendurist were dermankirin.”