Ji Newroza Dêrsimê peyama berxwedanê 2022-03-19 16:27:15   DÊRSIM - Dêrsim a ku berf lê dibare, bi agirê Newrozê yê li Qada Seyît Riza hat vêxistin germ bû. Di pîrozbahiyê de hat gotin ku wê bi ruhê Newrozê qezenc bikin.    Pîrozbahiya Newrozê ya li Dêrsimê ku bi rojan bû amadekariya wê dihat kirin, li Qada Seyît Riza pêk hat. Beriya bernameya newrozê li bajar meşek hat lidarxistin. Meş li qada Newrozê bi dawî bû û piştî vê bernameya Newrozê dest pê kir. Ji 7 salan heta 70 saliyan gelê Dêrsimê qada Newrozê têje kirin. Parlamenterên HDP'ê Alîcan Onlu û Gulistan Kiliç Koçyîgît, Şaredarê Dersimê Mehmet Fatîh Maçoglî, Alîkarê Serokê Giştî yê EMEP'ê Ûmût Yegîn û nûnerên rêxistinên sivîl û sendîkayên bajar ên mîna Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD), Komeleya Huner û Çandê ya Pîr Sûltan Abdal, KESK, DÎSK, TMMOB'ê tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn.    GIRTIYÊN SIYASÎ SILAV KIRIN   Bernameya Newrozê ku ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê ve hat oprganîzekirin bi rêzgirtinê dest pê kir. Dema rêzgirtinê helbesta Adnan Yucel a bi navê "Yeryüzü aşkın yüzü oluncaya dek" hat xwendin. Piştî rêzgirtinê agirê Newrozê hat vêxistin. Destpêkê li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dêrsimê Yûsûf Topçû derket dikê û axaftin kir. Topçû, di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên siyasî  û dema axaftina wî girtiyên siyasî ji aliyê beşdarên Newrozê ve hatin silavkirin.    Piştre Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît derket dikê û axaftineke dirêj kir. Koçyîgît ku bi silavkirina siyasetmedarên girtî û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi axaftina xwe kir bi kurtasî ev tişt gotin: "Mîna duh îro jî kesên ku ji mere qaqibo dikin hene. Lê li dijî wan Dêrsima li ber xwe dide heye. Kurd, elewî, demokrat û mislimanên rasteqîn hene. Me Newrozên Şirnex û Cizîrê ji bîr nekirine. Em kesên ku di van Newozan de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Me şehîdên Newrozê Kemal Kûrkût Mazlûm Dogan, Zekiye û Rahşan jî ji bîr nekiriye.   EM Ê JI ZALIMAN RE ÇOK DANEYNIN    Di Newroza 2013'an a Amedê de di hizûra bi milyonan de nameya birêz Ocalan hat xwendin. Ocalan çi digot; bila êdî dema çekan bi dawî bû, niha dema muzakereyên demokratîk e. AKP'ê dît ku aştiyê wê ji desthilatê dixîne pê re berê xwe da şer. Ji wê rojê ve di ser gelê kurd bombe dibarin. Me ji bîr nekiriye û em ê ji bîr nekin jî. Vîna vî bajarî û bajarên din di girtîgehê de ne. Armancake wan tenê heye; dixwazin bi kurd, elewî, demokrat û şoreşgeran çok bidin şikandin. Em niha li Qada Seyîd Riza ne û em ê ki van zaliman re çok daneynin. Em ê li ber xwe bidin, çi dibe bila bibe em ê qezenc bikin û gelê me qezenc bike."   SED SAL IN BOMBE DI SER GELÊ KURD DE DIBARIN   Piştî Koşyîgît Şaredarê Dêrsimê Mehmet Fatîh Maçoglû jî axaftinek kir. Maçgolû jî di axaftina xwe de diyar kir ku li çar aliyên welat kesên ku li ber xwe didin hene û ev tişt anîn ziman: "Em neçar in di vê pêvajoya ku emperyalistan zilma xwe ya li dijî sosyalist, welatparêz û kedkaran zêde kiriye de qadek biafirînin. Polîtîkaya şer ku îro tê meşandin û bombeyên ku li çar aliyê dinyayê di ser gelan de dibarin sed sal in di ser gelê kurd de dibarin. Em dizanin ku bi wan bombeyan kê tê kuştin. "   NEWROZA OCALAN PÎROZ KIR   Herî dawî Parlamenterê HDP'ê yê Dêrsimê Alîcan Onlu axivî. Onlu, di şexsê Mazlûm Dogan de hemû şehîdên Newrozê bi bîr anî û di şexsê şareder û hevşaredarên Dêrsimê Edîbe Şahîn û Nûrhayat Altûn de jî hemû girtiyên siyasî yên şoreşger silav kir. Her wiha Onlû di axaftina xwe de Newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî pîroz kir.    Piştî axaftinan hunermend Derya Cengîz, Alî Baran û hunermendên herêmî derketin ser dikê û stran gotin. Li ber stranên wan govend hatin gerandin û bi vî awayî bernameya Newrozê bi dawî bû.