Li warê Mazlum Dogan agirê Newrozê geş bû 2022-03-19 16:27:51   XARPÊT - Li navçeya Depê agirê Newrozê ji aliyê xwişka Mazlum Dogan ê ku wek “Kawayê Hemdem” tê nasîn, Arîfe Dogan ve hat vêxistin.   Li navçeya Depê ya Xarpêtê ku rewşa hewayê di bin sifrê de 6 pile bû pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Ji sala 2019’an vir ve cara ewil e pîrozbahiya Newrozê tê kirin. Pîrobahî li Qada Otogarê ya navçeyê hat pêk hat û bi sedan welatî tevli bûn. Welatiyên tevli pîrozbahiyê bûn li gel hewa sar jî govend gerandin û xwe germ kirin. Komek li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Depê kom bûn û heta qadê meş li dar xistin. Hevserokên HDP’a Depê Sariye Bal û Îmran Kiliç û Hevserokê Rêxistina HDP’a Xarpêtê Alî Yildirim axivîn û newrozê li gel pîroz kirin.    MAZLUM DOGAN HAT BIBÎRANÎN    Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP’ê Mehmet Ruştu Tiryakî axivî û got hatina gel a vê qadê wan birûmet û serbilind dike. Tiryakî di axaftina xwe de Mazlum Dogan bi bîr anî û got: “Rêya wan rêya me ronî dike.” Tiryakî destnîşan kir ku heke pêvajoya çareseriyê nehata qedandin dê niha bi pêşengiya Ocalan aştî û çareserî pêk bihata. Tiryakî behsa zextên li ser HDP’ê jî kir û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê hat destpêkirin li tevahiya girtîgehan belav bûye û heke peyamek jî ji Îmraliyê were dê rê li ber hêvî û aştiyê veke. Tiryakî got ew hemû bi hev re ji tecrîdê re dibêjin na û divê tevahiya girtiyên nexweş bênberdan.   XWIŞKA MAZLUM DOGAN AGIRÊ NEWROZÊ VÊXIST    Piştî axaftinan xwişka Mazlum Dogan, Arîfe Dogan û rêveberên HDP’ê agirê Newrozê vêxistin. Welatiyan li derdora agir govend gerand û dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.    Hunermend Jan Axîn derket ser dikê û strî. Piştî pîrozbahiyê ciwanan li gel strana “Ha Gerîlla” meş li dar xistin.