Hunermendê kurd Çiya Şenses hat berdan 2022-03-19 16:28:25   STENBOL - Hunermendê kurd Çiya Şenses ku polisan bi ser mala wî de girtibûn û ew biçav kiribûn, hat berdan.    Hunermendê kurd Çiya Şenses ku polisan duh li Stenbolê bi ser mala wî de girtibûn û ew biçav kiribûn, piştî ku îfadeyên wî li Miduriyeta Polisan a Stebolê hat girtin, bi fermana dozgeriyê hat berdan.    Hat hînbûn ku Şenses ji ber qeydên telefonê yên di navbera salên 2011 û 2012'an de hatiye binçavkirin.