Li Gebzeyê bi hezaran kes li dora agirê Newrozê civiya 2022-03-19 16:38:08 KOCAELÎ - Tevî barîna berfa zêde jî bi hezaran kes li Kocaeliyê ji bo pîrozkirina Newrozê herikî qada Newrozê û pîrozbahî li dar xist. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu di pîrozbahiyê de axivî û da zanîn ku dê dawî li tecrîda giran a li ser welêt bînin.     Tevî barîna berfa zêde û hewayê sar jî bi hezaran kes bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” û bi coşeke mezin herikîn qada Newrozê. Pîrozbahî bi li Qada Bazarê ya li Taxa Mevlana ya Gebzeyê hat pîrozkirin û parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu û endamê Meclisa HDP’ê Selahattîn Yilmaz jî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li ser dikê bi zimanên kurdî û tirkî pankartên “Dem dema serkeftinê ye” û “Newroz pîroz be” hatibûn daliqandin. Her wiha qada pîrozbahiyê bi alayan hatibû xemilandin. Girseyê bênavber dirûşmên “Bijî Newroz, Newroz pîroz be” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin.    Di dema ketina qadê de polîsan gelek caran astengî derxistin. Bi hinceta ku emniyetê hişyarî da ye, polîsan nehiştin ku welatî bi rengên kesk, sor, zer û bi cil û bergên xwe yên kurdî bikevin qada pîrozbahiyê. Welatiyekî ku cilên sor li xwe kiribûn, bertek nîşanî tacîza polîsan da û polîsan ew welatî bi darê zorê ji qadê dûrxist.    BI GOVENDÊ DEST PÊ KIR   Gel, bi saetan beriya destpêkirina pîrozbahiyê ber bi qadê ve herikî û pîrozbahî bi gerandina xelekên govendê dest pê kir. Piştre jî agirê Newrozê hate vêxistin. Tevî ku berfeke zêde dibariya û hewa gelek sar bû jî gel dakete qada Newrozê û ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz girt.    ‘EM Ê TIFAQA DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN’    Di pîrozbahiyê de Serokê Komîteya Amadekar a Newroza Kocaeliyê Mehmet Selîm Akboga axivî û bertek nîşanî astengkirinên di ketina qadê de hatine derxistin da. Akboga, diyar kir ku bi sedan siyasetmedar niha di girtîgehan de ne û wiha domand: “Ez Newroza girtiyan jî pîroz dikim. Em ê li bajarên rojavayê Tirkiyeyê tifaqa demokrasiyê ya herî berfireh ava bikin. Dê di hilbijartinê de AKP’ê têk bibin. Em ê di hilbijartinê de bibin şirîkên rêveberiyê û dê kesek nekare pêşî li vê bigire.”    ‘DÊ AGIRÊ NEWROZÊ VENEMIRE’   Hevseroka HDP’a Gebzeyê Leyla Akgun jî destnîşan kir ku li dijî kesên wan tune dihesibînin, bersiva herî xurt li qadên Newrozê hatiye dayîn. Akgun, da zanîn ku heta ku eşqa têkoşînê bi wan re hebe dê kesek nekare agirê Newrozê vemirîne.    PEYWIRA AVAKIRINA JIYANA HEVPAR    Endama MYK’a HDK’ê Gurbet Aydogan jî di pîrozbahiyê de axivî û wiha got: “Dîrok; li dijî zilma heyî, berpirsyartiya avakirina jiyana hevpar li ser milên me bar dike. Li dijî zext û zilma desthilatdariya serdest a li Kurdistan û Tirkiyeyê li ser me ferz dike, berpirsyartiya mezinkirina têkoşîna azadiyê li ser milên me bar dike. Bila serdest baş bizanin ku ev sedsal dê bibe sedsala azadiyê û jinan.”   GERGERLÎOGLU: ME NEWROZ BI DEST XIST   Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu jî di pîrozbahiyê de ev tişt anî ziman: “Di ketina qadê de nehiştin ku rengên kesk, sor û zer bikevin qadê. Ji ber ku dijminên pirrengî û pircuretiyê ne. Ma em nizanin ku hûn dixwazin çanda Newrozê pîroz bikin. Me Newroz bi saya têkoşîna xwe ya mezin bi dest xist. Tevî hemû zivistanên giran jî em ê pirrengiyê li vê erdnîgariyê serwer bikin. Ne tenê tecrîda li ser girtîgehan lê em ê dawî li hemû tecrîd û bêhiqûqiyên li vî welatî tên ferzkirin bi dawî bikin.”   Pîrozbahiya Newrozê piştî axaftinan bi stranên hunermenda MKM’ê Rûken Demîr bi dawî bû.