Li Mêrdînê qezayê trafîqê: 3 kesan jiyana xwe ji dest da 2022-03-19 16:43:11 MÊRDÎN - Li bihura Hopê ya di navbera navçeyên Reşmil û Mehsertê de qezaya trafîqê pêk hat û 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn.    Li bihura Hopê ya di navbera navçeyên Reşmil û Mehsertê yên Mêrdînê de ji ber barîna berfê 2 wesayît li hev ketin û qezaya trafîqê pêk hat.  Di qezayê de yek jê jin 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kes jî birîndar bûn. Hat hînbûn ku wesayîtek a bûk û zava bûye û çûne kişandina wêneyan.    Ambûlansên ku hatin cihe bûyerê birîndaran rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.    Cenazeyê her sê kesên ku jiyana xwe ji dest dan jî ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneyê.