Bi lastîkan agirê Newrozê vêxistin 2022-03-19 16:46:54   ERZIROM - Welatiyan li navçeya Tatosê ya Erziromê agirê Newrozê bi lastîkan vêxistin.    Welatiyan beriya pîrozbahiya Newrozê ku dê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Erziromê bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” di 21’ê Adarê de li navçeya Tatosê pêk bîne, agirê ewil vêxistin.    Welatiyan li dora agirê ku bi lastîkan vêxistin, govend gerandin û dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Newroz pîroz be” berz kirin û xwe di ser agir de avêtin.