Nûnerên sendîkayan li Wanê çûn serdana Nobeta Edaletê 2022-03-19 17:01:31   WAN - Nûnerên sendîkayan çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê daye destpêkirin. Nûneran di serdanê de anîn ziman ku nayê qebûlkirin ku dewlet daxwazên girtiyên paşguh dike.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayên wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Wanê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan îro di roja 94’emîn de berdewam kir. Di çalakiya îro de hevjîna girtiyê bi navê Abîdîn Abî, Zubeyde Abî, dayika girtî Îrfan Sabay, Behîce Sabay û bavê girtî Botan Tîmûr, Kazim Tîmûr amade bûn. Îro şandeyeke ku ji Hevserokê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Mehmet Bozgeyîk, Sekreterê Sendîkaya Kedkarên Buroyê (BES) Azîz Ozkan, Serokê Odeya Bijîşkan (TTB) a Wan-Colemêrgê Huseyîn Yavîç û Nûnerê Sendîkaya Demokratîk a Karkeran (DÎSK) a Herêma Wanê Omer Tekîn pêk dihat çû serdana malbatan.    ‘EM BINPÊKIRINA MAFÊ TENDURISTIYÊ QEBÛL NAKIN’    Di serdanê de Huseyîn Yavîç axivî û di serî de çalakiya malbatan silav kir. Yavîç, diyar kir ku binpêkirinên li girtîgehan jinêzve dişopînin û wiha domand: “Tenduristî, girîngtirîn mafê bingehîn ê mirovane û em qebûl nakin ku nev maf bi tu awayî were binpêkirin. Parastina tenduristiya girtiyan, berpirsyariya dewletê ye. Dewlet neçare ku tevdîran bigire. Mixabin li Tirkiyeyê nêzî 2 hezar girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin. Ji bo ku li girtîgehan darbest dernekevin, divê demildest bikevin nava tevgerê. Lê mixabin cenaze derdikevin. Ev jî ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye.”    ‘DIVÊ XWEDÎDERKETIN HEBE’    Yavîç, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi heman daxwazan li gelek bajarên Tirkiyeyê çalakî tên lidarxistin. Dewlet divê van daxwazan guhdar bike û qebûl bike. Ev çalakî ne tenê çalakiya malbatên girtiyan lê divê hemû rêxistinên civaka sivîl jî xwedî lê derkevin.”