Li Wanê amadekariyên Newrozê bi dawî bûn 2022-03-19 17:07:15   WAN - Amadekariyên ji bo Newroza sibê li ber Keleha Wanê bê pîrozkirin, bi dawî bûn   Amadekariyên ji bo Newroza sibê saet di 10.00’an de bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li Parka Keleha Wanê were pîrozkirin, bi dawî bûn. Rêveberên Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) qad bi al û flamayan xemilandin. Xebatên dawî yên li ser dika Newrozê jî bi dawî bûn.    BANG LI GELÊ WANÊ HAT KIRIN   Piştî amadekarî bi dawî bûn, endama Komîteya Amadekar Leyla Aksak bi gotina “Em amade ne, hemû gelê Wanê vedixwînin qada Newrozê” bang li gelê Wanê kir. Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûazzez Orhan û Tayîp Temel jî li ser cadeyên Cumhuriyet, Maraş û Beşyolê belavokên Newrozê belavkirin. Parlamenterên ku êlekên li ser “Newroza 2022’yan Pîroz Be” dinivîsî li xwe kiribûn, welatî vexwendin qada Newrozê.