OHD’a Stenbolê rêveberiya xwe ya nû bijart 2022-03-19 17:17:23   STENBOL - Rêveberiya OHD’a Stenbolê hat guhertin. Hevseroka OHD’ê Îlknûr Alcan diyar kir ku ew ê li dijî tecrîda li ser Ocalan û girtiyan têbikoşin.    Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Stenbolê Kongreya xwe ya Asayî ya 2’yemîn li dar xist. Kongre li Navenda Çandê ya Baroya Stenbolê pêk hat. Parlamenter, rêveber û nûnerên rêxistinên sivîl û gelek parêzer beşdarî kongreyê bûn.   Gelek parêzer di kongreyê de axivîn û behsa têkoşîna parastinê kirin. Peyamên siyasetmedarên girtî Ayla Akat Ata, Selahattîn Demîrtaş, Bekîr Kaya ku ji bo kongreyê şandibûn hatin xwendin.    DÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞIN    Hevseroka Giştî ya OHD’ê Îlknûr Alcan di kongreyê de axivî û got parêzer bi gelek zextan re rûbirû dimînin. Alcan destnîşan kir ku dê têkoşîna wan parastinê û xwedî derketina mafê mirovan berdewam bike. Alcan anî ziman ku ew ê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan û îşkenceya tê kirin dê têkoşîna xwe bidomînin.    Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum jî axaftinek kurt kir û got ji ber endama OHD’ê ye serbilind e.    Nûnerên rêxistinên sivîl jî axivî û bal kişandin ser têkoşîna OHD’ê û ji rêveberiya nû re serkeftin xwestin.    RÊVEBERIYA NÛ    Hilbijartin bi yek lîsteyê pêk hat û Ayşe Acinikli, Eda Onal, Elîf Taşdogen, Esra Erîn, Gurkan Îsteklî, Vedat Çagirtekîn û Vedat Ece ji bo rêveberiyê hatin bijartin.