Li Aydinê coşa Newrozê: Em ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir bikin 2022-03-19 17:37:24 AYDIN - Newroza îsal li navçeyên Soke, Germencîk û Nazilî yên Aydinê bi tevlibûna hezaran kesan û bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de hate gotin ku ji bo azadiya gelan agirê Newrozê geştir dikin.  Di çarçoveya pîrozbahiyên Newrozê ku bi pêşengtiya Komîteya Amadekar a Aydinê ve dihat organîzekirin, li sê navçeyên Aydinê agirê Newrozê hat vêxistin. Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeyên Germencîk, Soke û Naziliyê bi coşeke mezin hatin lidarxistin.    GERMENCÎK    Pîrozbahiya Newrozê ya navçeya Germencîkê li Qada Newrozê ya Taxa Ortaklarê bi tevlibûna parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya Newrozê de ku coşeke mezin hebû û dîmenên rengîn derketin holê. Gelemperiya kesên beşdarî pîrozbahiyê bûn, cil û bergên xwe yên herêmî li xwe kiribûn. Li qada Newrozê bênavber dirûşmên “Em ê bi berxwdanê bi ser kevin” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî parlamenter Kemal Bulbul agirê Newrozê vêxist.    Di pîrozbahiyê de Kemal Bulbul anî ziman ku zîhniyeta Esat Oktay a li Zindana Amedê îro ji hêla AKP-MHP’ê ve tê domandin û wiha got: “Doza girtinê li HDP’ê vekirin. Lê HDP dikanek nîne ku hûn kengî bixwazin wê demê bigirin. Yên ku di dema 12’ê Îlonê de sûc dikirin, di demên piştre de hatin darizandin. Suleyman Soylu, tu jî sûcan dikî û dê werî darizandin. HDP’î wekhevî, azadî û edaletê dixwazin. Li dijî bihabûn û xizaniyê serî radikin. Em ê bi gelê kurd, jin û şoreşgeran re dawî li vê desthilatdariya faşîst û nîjadperest bînin.”    Piştî axaftina Bulbul, hunermendên herêmî derketin ser dikê û girseyan xelekên govendê gerandin.    SOKE    Newroza îsal li navçeya Sokeyê jî bi tevlibûna sedan kesan li Taxa Savucayê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de jinan cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kiribûn û bi flamayên kesk, sor û zer qada mitîngê dagirtin. Li qada Newrozê pankartên “Newroz pîroz be” û “Dem dema serkeftinê ye” hatibûn daliqandin. Di pîrozbahiyê de girseyê dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û li ber stranan xelekên govendan gerandin.    Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre jî parlamenterê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr axivî. Aydemîr got ku bi ruhê Kawayan li hemberî zilma Dehaqan hil kiribû hatine ba hev û da zanîn ku xwedî li mîrateya Denîz Poyraz derdikevin. Aydemîr, bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan û wiha domand: “Birêz Abdullah Ocalan ev 22 sal in di tecrîdeke ku mînaka wê li cîhanê nîne de tê ragirtin. Hewceye dawiyê li vê tecrîdê bînin û rê li ber muzakereyan vekin. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, hewceye tecrîda li ser birêz Ocalan bi dawî bibe û rê li ber siyasetê bê vekirin.”    Piştî axaftinan agirê Newrozê hate vêxistin. Piştre jî hunermend Zînê Koçber û hunermendên herêmî derketin ser dikê û girse li ber stranên wan xelekên govendê gerandin.    NAZÎLΠ   Li navçeya Nazîliyê jî jinan di saetên zû yên serê sibehê de cil û bergên xwe yên gelerî li xwe kirin û berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Qada Newrozê bi pankarta “Dem dema serkeftinê ye” hatibû xemilandin. Li gel HDK’î, HDP’î û pêkhateyên wan, her wiha bi sedan kes herikîn qada Newrozê. Pîrozbahî bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî hevserokên HDP’a Aydinê û yên navçeyên wê yên Nazîliyê axivîn. Di axaftinan de peyama yekitî û piştevaniyê hat dayîn. Hevserokan da zanîn ku dê agirê Newrozê ji bo azadiya gelên kurd û tirk geştir bikin.    Di pîrozbahiyê de her wiha parlamentera HDP’ê ya Enqereyê Fîlîz Kerestecîoglu axivî û ev tişt anî ziman: “Ji Wan û Amedê heta Enqere û Stenbolê, dengê me li her deverê bilind dibe. Li qadên Newrozê em dengê Kemal Kurkut û Denîz Poyrazan in. Em ji bo jiyaneke xweş û biaram a li vî welatî têdikoşîn. Li vî welatî her roj jin tên qetilkirin. Pêşeroja vî welatî bêyî jinan nikare bê nivîsandin. Gelek hevalên me ji ber ku li dijî qirkirinan jinan dengê xwe derxistin û 8’ê Adarê pîroz kirin, li Amedê hatin binçavkirin. Em ji bo ku jin li vî welatî bi rengekî azad bijîn têdikoşîn.”    Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina xelekên govendê bi dawî bûn.