Li Peyasê govenda Newrozê 2022-03-19 20:31:42   AMED - Welatiyên bi pêşengiya TJA û MED-DER'ê li hev kom bûn, li dor agirê Newrozê govend gerandin.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) di çarçoveya amadekariyên Newrozê de, li Taxa Mezopotamya ya navçeya navendî Peyas a Amedê agirê Newrozê hat vêxistin. bernameyek pêkanîn. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê û rêxistina partiyê ya navçeya Rezanê, rêvebiriya HDP'a Rezanê, rêveberên MED-TUHAD-FED û TUAYDER'ê jî di nav de gelek kes li Taxa Mezopotamyayê li ber avahiya MED-DER'ê li hev kom bûn û agirê Newrozê vêxistin.    Jinan ewilî agirê Newrozê vêxist û paşê li ber def û zirneyê li dora agir govend gerandin. Di dema pîrozbahiyê de tim dirûşmeya "Newroz pîroz be" hat berzkirin û dem bi dem jinan xwe di ser agir re çeng kir.   Bername bi tilîlî û çepikan bi dawî bû.