Serlêdana ji bo Newroza Amedê hat qebûlkirin 2022-03-19 21:40:58       AMED - Destûra pîrozbahiya Newroza Amedê ku dê di 21'ê Adarê de bê pîrozkirin, hat dayîn.    Serlêdana ji bo pîrozbahiya Newroza Amedê hat qebûlkirin. Newroza Amedê dê di 21'ê Adarê de bi dirûşmeya "Dem dema serkeftinê ye" li Parka Newrozê ya li navçeya Rezanê bê pîrozkirin. Pîrozbahî dê saet di 9'ê serê sibehê de dest pê bike heya 5'ê êvarî bidome.   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û nûnerên partiyên siyasî yên di nava Xebata Tifaqa Kurdistanî de dê di Newrozê de biaxivin. Her wiha dê hunermend Rojda, Azad Bedran, Servet Kocakaya, Kazo û Elenora jî derkevin ser dikê.   Ji bo pîrozbahiyê zêdetirî 250 vexwandname ji kes û nûnerên rêxistinan re hatin şandin.   Rojeva sereke ya pîrozbahiyê dê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, azadiya wî ya fizîkî û yekîtiya neteweyî be. Her wiha dê rewşa girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin û krîz aborî jî bên destnîşankirin û dê daxwaza ji bo kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û fermî bê dubarekirin.